Karkerên pêlavan li Manîsayê kar berdan

img

MANÎSA – Karkerên pêlavan ên li ser Sîteya Pêlavan hatin gel hev û bi daxwaza sererast kirina derfetên kar û bûhayê pareyê wan ji bo hefteyekê çalakiya dest ji kar berdanê pêk anîn.  

Karkerên pêlavan piştî Edene, Dîlok, Stenbol, Konya û Îzmîrê, li Manîsa yê jî dest ji kar berdan. Karkerên Pêlavan ên li ber Sîteya Pêlavan a Manîsayê kom bûn, çalakiya ji bo hefteyekê dest ji kar berdanê, dan dest pê kirin. Karkerên pêlavan diyar kirin ku 10 salin di heman karî de dixebitin, lê heqdestê wan qet nehatiye guhertin. Karkeran da zanîn ku heya daxwazên wan neyê bicih anîn, dê nexwebitin.
 
Karkerên Pêlavana daxwazên xwe wiha rêz kirin: “Divê îmalatxaneya pêlavan, para 10 bide serê du cot. Xebatên ji derveyî fermiyetê bên rakirin.”  Heya ku karker encam negirin, dest ji çalakiya xwe bernadin.