MÊRSÎN – Li Pişêsaziya Tirmil a Mêrsînê bi dehan zarokên temenê wan di navbera 12 û 17’an de diguhere li gel bihayê kêm jî neçarin di karên zor de bixebitin.
Li çar aliyên dinyayê yek ji êşa herî zor ew e ku zarok di karên zor de dixebitin û kes nakeve pêşiya vê yekê. Li gorî daneyên sala 2016’an ên Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) li dinyayê 218 milyon zarok ên temenê wan di navbera 5 û 17’an de ne dixebitin. Li gorî daneyên 2018’an ên Meclîsa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) 2 milyon zarokên karker hene.
Li Sîteya Pîşesaziyê ya Tirmil a li navçeya Akdenîza Mêrsînê bi dehan zarokên temenê wan di navbera 12 û 17’an de diguhere di bin şert û mercên karê zor de bi bihayên erzan tên xebitandin. Zarok ji bo alîkariya debara malbata xwe bikin neçarin dixebitin. Zarok li vê sîteya pîşesaziyê karên tamîra wesayîtan dikin.
‘XWEZÎ MIN JÎ BIXWENDA’
Yek ji van zarokan M.T. ê 17 salî ji bo debara malbata xwe neçare di pola 7’an de dev ji dibistanê berde û ji bo alîkariya dayik û bavê xwe bike dixebite. M.T. da zanîn ku wî 3 sal berê niha li pîşesaziyê dest bi karê tamîrkirina wesayîtan kiriye û heftane 250 lîre pere distîne. M.T. anî ziman ku ji ber ew naçe dibistana xwe xemgîn e û got: “Dema dibistan vedibin ez neşanaz im. Çimkî hemû hevalên min diçin dibistanê. Ez dibêjin xwezî ez jî biçûma. Heke ku derfetên min hebûna ez ê jî biçûma dibistanê. Dema hevalên min tên gel min ez ji wan re dibêjim bixwînin, heke hûn nexwînin dawiya we jî wê wek a min be.”
‘JI BO EZ NEBIM BAR’
A.K. jî diyar kir ku ev çar sal in di betlana dibistanê de li pîşesaziyê dixebite û got: “Ez diçim lîse 2’an. Ez ji bo mesrefên xwe dibistanê neçarim dixebitim. Em 5 xwişk û bira ne. Malbata min dibêje heke tu karek nebînî jî bila pîşeyek te hebe. Ji ber vê yekê min dişînin kar. Hefteyê ez 150 lîre distînim. Bavê min jî bi bihayê asgarî dixebite. Ji bo ez li ser milê wî nebim bar dixebitim. Dibistan xweş e lê ew jî ji bo dewlemendan xweş e. Tevî hemû neyîniyan ez ê hewl bidim bixwînim.”
‘ÇI KARÊ MIN LI VIR HEYE’
M.Y. ê 17 salî jî destnîşan kir ku malbata wan ji 8 ferdan pêk tê û wiha behsa xebitandina xwe kir: “Êdî mesrefên malê gellek biha bûye. Ji ber vê neçarim bixebitim. Ez ji derve ve dixwînim. Hemû hevalên min diçin dibistanê lê ji ber rewşa aborî ez nikarim biçim. Ez her tim ji xwe dipirsim çima ez li vir im. Ez niha kalfa me. Hêj dixwazim dibistana xwe dewam bikim. Dixwazim bibim mamosteyê werzîşê. Birayê min jî li dibistanê dixebite. Ez hefteyê 250 lîre distînim. Ez mesrefê heftane yên zexîreyên malê derdixim.”
MA / Ergîn Çaglar