Bajarên kurdan dîsa di rêza bajarê xizan de ye

ENQERE – Li gorî lêkolînên şertên jiyan ya TUÎK'ê, di warê belavkirina hateya wekheviyê û xizaniyê de, bajarên herêmê di rêza yekemîn de ne. Bajarên Enqere, Stenbol û Îzmîr bajarên herî zêde hatina wan xurt in, bajarên wekî Şirnex, Êlih û Mêrdînê bajarên herî xizan in.
 
Saziyaa Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) Encamên Lêkolîna Şertên Jinan û Hateyê yên sala 2016'an parve kir. Li gorî daneyan, gelê malbatî di nava salê de hateya fert a ku bi kar tîne, 19 hezar 139 lîre hatiye hesabkirin. Hejmara welatiyên xizan ên li welat ku salane 7 hezar lîre ye, wekî 11 milyon hat pîvan, xizanên ku hateya wane salê 8 hezarî piçekî derbas kiriye jî wekî 16 milyon kesî derbas kiriye.
 
Di daneyan de bajarên herî xizan, bajarên Kurdistanê ne û bajarên wekî Şirnex, Êlih û Mêrdîn serî dikişînin. Bi vê yekê re hevsengî jî gelekî xirab bû, kesên dewlemend hêj zêdetir dewlemend, kesên xizan hêj zêdetir xizan bûn. 
 
BAJARÊN XIZANÎ LÊ KÊM E JÎ WIHA NE
 
Li gorî daneyên ku hatine rêzkirin bajarên ku xizanî lê kêm e jî 5,1 Zonguldak, Karabuk, Bartin, sedî 7,7 Manîsa, Afyon, Kutahya, Uşak û sedî 7,8 jî Trabzon, Ordu, Gîresun, Rîze, Artvîn û Gumuşhane ye.