Çinîna birinca Qedejdaxê dest pê kir

img

AMED - Çinîna birincê Qerejdaxê ku bi taybetmendiya xwe ya têrker û bitam tê zanîn, dest pê kir. 

Li gundê Dimbirlî yê li herêma Qerejdaxê a navçeya Erxenî ya Amedê, çinîna birinc dest pê kir. Çinîna birinc a bi dasê di şertên zor û zehmet de tê kirin, bûye çavkaniya debarê ya bi sedan karkerên çandiniyê. Birincê Karacadag, di nava gel de bi taybetmendiya xwe ya têrker û bitam tê zanîn. Birinc di meha Adarê de tê çandin, 7 mehan tê avdan û piştî lêmêzekirinek dûr û dirêj di dawiya meha Îlonê de tê çinîn. Nêzî 100 karkerên ji Mereşê hatin, di saet 08.00’ê sibê de dest bi çinîna birinç dikin û heya saet 17.00 êvarî dixebitin. Piştî vê xebata têr û tije birinca herî baş a herêmê derdikeve holê. 
 
BI ŞEV Û ROJ AVA DIDIN’
 
Ramazan Buyukbayram ê ji zarokatiya xwe ve karê birinç dike, bal kişand ser mesrefên birin ên her sal diçînin û wiha axivî: “Em her sal pereyê derman, karker, mazot, ava, ceyran û biçer didin. Ji bo 170 donûm erdê birinç, 100 hezar TL mesref derdikeve. Piştî ku em birinç diçînin, em 7 mehan pêre eleqadar dibin. Bi şev û roj em di ber de ked didin. Ji bo avdanê jî tim pêwîstî bi ceyranê heye. Ji bo zemên ceyranê jî li holê ne.” 
 
JI TONEK BIRINÇA DIÇÎNIN, 100 TON BIRINC BI DEST DIXIN
 
Buyukbayram, diyar kir ku birince Karacadag pir navdare û wiha got: “Ji ber ax, av û hewaya vê derê birîncê wê jî navdar e. Ev der cih hênik û bilinde. Ji bo havînê jî pir hênike. Em ji tonek birînçê diçînin, 100 ton birinc bi dest dixin.” 
 
NÊZÎ 100 KARKERAN DIXEBITIN
 
Bavê 6 zarokan Yaşar Hançer ê ji Mereşê hatiye jî, dest nîşan kir ku karê ew dikin pir zehmet e û wiha axivî: “Em berê li Çûkûrova dixebitîn. Em îsal hatin vê derê. Di rojê de em bi saetan bi dasê birinc didûrin û davêjin ber biçîr. Dûre em birinc datînin ber tavê. Piştî zûha dibe em dixin kîsan.”
 
Mehmet Kaplan jî, diyar kir ku 25 rojin dixebitin û wiha bilêv kir: “4 zarokên min hene. Ji bo debara mala xwe hatime vî karî. Ji bo birincê Karacadagê kedek mezin tê dayîn. Qalîteya birince Karacadagê li hemû deveran belav bûye.” 
 
TAMA XWE JI TEYBETMENDIYA ERDNÎGARIYÊ DIGIR E 
 
Yaşar Işik jî, anî ziman ku ji ber bêkariya li Mereşê hatiye vî karî û wiha got: “Ji bo cinîna birinc em 100 karker hatin vê derê. Ligel temenê xwe yê mezin jî, ji bo pêşeroja zarokên xwe hatime bixebitim. Karê me zêdeye û em beramberî keda xwe tenê 85 TL’an digirin. Ev nêzî mehekê ye me dixebitin. Ev birinc tama xwe ji teybetmendiya erdnîgariya vê derê digire. Ji ber vê yekê nav û deng e.” 
 
MA / Fethî Balaman