Piştî berxwedaneke 318 rojan bi ser ketin

img

RIHA – Li Rihayê, 27 karker ji ber endamên sendîkayê bûn ji karê xwe yê muayenekirina wesayîtan a TUVTURK'ê hatibûn avêtin. Paşê karker ji bo vegerin ser karên xwe doz vekiribûn. 2 karker di dozê de bi ser ketin. 

Li Rihayê, 27 karkerên li îstasyona muayenekirina wesayîtan a TUVTURK'ê dixebitîn ji ber endamê Sendîkaya Nakliyat-Îş'ê ya girêdayî DÎSK'ê bûn ji kar hatibûn avêtin. Piştî ji kar hatin avêtin li ber avahiya şîrketê dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakiya karkeran di roja 318'an de ye. Ji van karkerên ji kar hatin avêtin Halîl Işik û Hasan Ortakaya ji bo vegeri ser karên xwe serî li Dadgeha Kar a 1'ê ya Rihayê dabûn. Her du karkes di dozê de bi ser ketin. 
 
Ji karkerên di çalakiyê de Îbrahîm Çîftçî, anî ziman ku ji ber vê biryarê ew li ser navê hevalên xwe kêfxweş bûne û got, heta ew bi ser nekevin wê berxwedana wan dewam bike. Çîftçî, got: "Kardêr îdia dike ku ne ji ber sendîkayê ji ber hin sûcên rûreşiyî wan ji kar avêtiye. Halbûkî sirf ji ber em endamêns endîkayê bûn me ji kar avêt û ji bo tazmînatê nedin tiştên wisa dixin stuyê me. Hêvîdarim biryar derbarê her du hevalên me de bibe biryarek emsal." 
 
Karker Mûrat Îlgen hî got, heta ew venegerin ser karê wê xwe çalakiya wan bidome.