Şitlên çandine ji bo xwezayeke hêşîn belaş belav dike

img

RIHA – Li Pirsûsa Rihayê Îbrahîm Halîl Akkûşê 70 salî, ji bo xwezayeke hêşîn şitlên bi xwe çandine belaş belav dike. Akkûş, bilêv kir ku mirov bi qirêjkirina xwezayê re bi destê xwe gora xwe dikolin û got: "Divê em xwedî li vê cîhanê derkevin, derdorê qirêj nekin." 

Li Taxa Mizêbila Jêrîn a Pirsûs a Rihayê, Îbrahîl Halîl Akkûşê 70 salî ku li navçeyê bi bernavê "Eko dede" û "Kalê Rasterast" tê naskirin, şitlên fistiq, hinar, tirî û hejîran ji bo xwezayeke hêşîn belaş belav dike. 
 
DERMANA BI KAR NAYNE 
 
Akkûş, bilêv kir ku şitlên ku li baxçeyê xwe datîne bêyî wan bêyî dermanan bi kar bîne digihîne û got: "Ez wan bi gubreyê heywanan, qûm û axê xwedî dikim. Ji ber dermanên kîmyewî nehatine bikaranîn, hem tama fêkiyên wan xweş dibe hem jî emrê wan dirêj dibe. Ji ber niha pir derman tên bikaranîn ax, hewa her tişt jehrî dibe. Ji ber vê fêkiyên wan jî bijehr in. Ev yek tesîrê li etnduristiya mirovan jî dike. Lê ez daran bi kilsê diparêzim. Armanca min ne ew e ku ez van şitilan bifiroşim û pereyan bi dest bixim. Ev baxçeyê gel e. Kî bê vira em bi hev re sohbeteke xweş dikin. Deriyê min ji bo her kesî vekiriye." 
 
‘MIROV BI DESTÊ XWE GORA XWE DIKOLIN' 
 
Akkûş, bal kişand ser rewşa kûrewî û got: "Bi germbûna hewayê re ax lawaz dibe, ji ber vê ditirsim. Ev cîhan a me hemûya ye, divê em xwedî lê derkevin. Divê em hewayê û derdorê qirêj nekin. Eger mêzêna xwezayê xirab bibe wê nexweşîn û tunebûn çê bibe. Wê xela çê bibe. Mirov bi vî awayî bi destê xwe gora xwe dikolin."