Mexdûrên KHK'ê li Enqereyê dicivin: Ev hevdîtin dikare bibe peymaneke nû ya civakê

img

ENQERE - Mexdûrên KHK'ê yên ji kar hatin avêtin, bi şîara “Em bi hevre bi hêz in" li Enqereyê kom dibin. Endezyarê Hewayê û hiqûqnas ê ji TSK'ê îxrac bûye, Levent Maziliguney, banga tevlêbûna civînê kir û wiha got: "Ev hevdîtin dikare bibe sedema peymaneke nû ya civakê." 

Kesên bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin şîara “Em bi hevre bi hêz in" di 5-6'ê Cotmehê de li Dika Yilmaz Guney a Enqereyê kom dibin. Platforma KHK’iyan wê organizetoriya vê civînê bike. Gelek kesên ji KHK'ê hatin îxrackirin wê tev li vê civînê bibin. Kesên bi KHK'ê hatin îxrackirin wê ji çar aliyên Tirkiye werin tev li civînê bibin. Dîsa nûnerên partiyên siyasî, komele, sendîka, saziyên kedê, ode û rêxistinên civakî wê tev li vê civînê bibin. Li Tirkiyeyê yekemîn civîna KHK'iyan ku li Enqeeyê pêk bê wê 2 rojan berdewam bike. Di civînê de wê mijarên “Mirov ê din be", “Maseya Hiqûqê", "Kursiya Serbest" “Berxwedana Bi Rêxistinê re", “Berxwedana bi Hiqûqê re", “Çalakiyên li Kolanan", “Vedana pirsgirêkên aborî, civakî û derunû yên encama KHK’ê" û “Niqaşên li se KHK'ê yên di qada Hiqûqê de"  nişaş bikin. 
 
Di panelê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Mamosteya got "Bila zarok nemirin" Ayşe Çelik,  Ji dayikên Şemiyê hevjîna Mustafa Yilmaz Sumeyye Yilmaz, malbatên eskerên girtî û xwendekaran wê di mijara "Mirov ên din be" de kom bibin. 
 
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Prof. Dr. İbrahim Kaboglu jî wê di mijara "Berxwedana bi Hiqûqê re" pêşkêşîyê bike.  
 
Endezyarê Hewa Serbaz û Hiquqnas ê bi KHK'ê ji TSK'ê hat îxrackirin Levent Maziliguney, bang li hemû mexdûrên KHK'ê kir û xwest di civînê de kom bibin. Maziliguney, anî ziman ku ewê gelek pirsgirêkên Tirkiye niqaş bikin û wiha got: "Em kesên ku mafê jiyanê û welatîebûnê ji destê wan hatiye girtin, yekem car li Tirkiyeyê kom dibin. Di vê bernameya me de emê tenê pirsgirêkên têkildarî KHK’ê niqaş nekin. Em ê hemû pirsgirêkên li Tirkiye ku ser wan hatiye girtin niqaş bikin. Em ê di heman demê de pirsgirêken ku bi salan e kom bûne niqaş bikin. Ev wê bibe bingeha civîna peymana nû ya civakî. Ev civîn wê bibe wesîleya bingeha avakirina demokrasî, hiqûq û  aştiya civakî. 
 
Maziliguney, bal kişand ser pakêta darazê ya nedayîna pasaportê ya KHK’iyan û wiha got: “Em bi carekê 2 hezar sal paşve çûn. Li holê tu reform tune. Nedayîna pasaportê bêhiqûqî ye. 
 
 
MA / Diren Yurtsever