Krîza di sektora înşeatê de didome

img

WAN – Serokê Şaxa ÎMO ya Wanê Îsmet Bîlmez, da zanîn ku li bajêr sektora înşeatê ji sedî 37 kêm bûye û ev rewş tesîrê li qadên din jî kiriye. 

Krîza aborî ya li Tirkiyeyê tesîr li hemû sektoran kiriye. Yek ji van sektoran jî sektora înşeatê ye. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) a Wanê Îsmet Bîlmez, bal kişand ser pirsgirêkên di sektorê de yên ji ber krîza aborî çê bûne. 
 
KAR BI DEST WAN NAKEVE 
 
Bîlmez, da zanîn ku di vê qadê de hejmara kesên mezûn bûne 135 hezar e û piraniya wan betal in. Bîlmez, bilêv kir ku ji ber li zanîngehan gelek kes mezûn dibin pirsgirêka betaliyê jî zêde dibe an jî mirov mecbûr dimînin bi heqdesteke pir kêm bixebitin. 
 
REWŞA SEKTORÊ NEBAŞ E 
 
Bîlmez, sektora înşeatê şiband vagona trêneke ku hikûmetan ji bo demeke kurt xelas dike û got: "Bi awayekî lez û bez avahî hatin çêkirin, lê paşê em dibînin ku ev rewş ji bo aboriyê nebû çare. Nexasim jî ji ber zêdebûna kûrên dowîzî amûrên înşeatê pir zêde bûn û ji ber vê gelek kesan top avêtiye. Li welatên bi vî rengî gava rewşa aboriyê xirab bibe, pêşî tesîrê li sektora înşeatê dike. Gava tesîr li vê sektorê çê dibe, ev yek bi xwe re tesîrê li tevahiya qadan dike." 
 
‘KRÎZA DI SEKTORA ÎNŞEATÊ DE DIDOME' 
 
Bîlmez, da zanîn ku berê di înşeatekê de mesrefa serê metrekarê 750-800 lîre bû, lê belê niha bûye hezar û 200 an jî hezar û 300 lîre. Bîlmez, got: "Tona hesin di navbera 2100-3000 lîreyî de ye. Mirov êdî ji ber krîza aborî nikarin berê xwe bidin sektora înşeatê. Paşveçûyîna di sektora înşeatê de tesîrê li qadên din jî dike. Ji ber kesên di sektora îneşatê de qezenc nakin, nikarin xerc bikin. Ev jî bi awayekî cidî aboriya welat paşvetir dibe." 
 
Her wiha Bîlmez bilêv kir ku li navçeya herî mezin a Wanê Îpekyolûyê sektora îneşatê 50 ji sedî kêm bûye û got, li tevahiya Wanê jî sektora înşeatê ji sedî 37 kêm bûye. 
 
'DIVÊ ÇANDINÎ Û SEWALVANÎ BÊ DESTEKIRIN' 
 
Bîlmez, destnîşan kir ku tenê wê bi başkirina sektora înşeatê krîz hel nebe, ji bo pêşveçûyîna aborî divê çandinî û sewalvanî jî bê destekirin. 
 
MA / Cemil Ugur