Xebatkarên Komeleya Mezûnên ODTU'yê çalakiya xwe bi dawî kirin

img

ENQERE - Karkerên Komeleya Mezûnên ODTU'yê ku hin daxwazên wan hatin bersivandin çalakiya xwe ya berdana kar bi dawî kirin û îro careke din dest bi karê xwe kirin.

 
Karkerên Komeleya Mezûnên Zanîngeha Rojhilata Navîn (ODTU) ku endamên Sendîkaya Karkerên Bazar, Kooperatîf, Buro û Hunerên Ciwan (Tez-Kop-Îş) û Sendîkaya Karkerên Şoreşger ên Turîzmê (Dev-Turîzm-Îş) ne, çalakiya xwe ya berdana kar a di 1'ê Cotmehê de dabûn destpêkirin, bi dawî kirin. Karkerên ku hê jî heqê xwe yê meha tebaxê negirtine; daxwaz dikin ku bi carekê heqê wan bên razandina, ji niha şûnde bi awayekî rêkûpêk heqê wan bê razandin û ji meha tîrmehê şûn de dema di peymanê de bê pêkanîn.
 
HIN DAXWAZ HATIN QEBÛLKIRIN
 
Lîjneya Rêveberiya Komeleya Mezûnên ODTU'yê, heqê mehên tîrmeh û tebaxê yê karkeran razandin û li ser vê yekê karkeran duh di saetên êvarê de çalakiya xwe bi dawî kirin û dest bi kar kirin. 
 
KOMELEYÊ JI KARKERAN RE NIVÎS ŞAND
 
Piştî ku karkeran çalakiya xwe bi dawî kir Lîjneya Rêveberiya Komeleyê nivîseke wiha ji karkeran re şand: "Çalakiya karkerên me ku ji ber nerazandina di dema xwe de ya heqê xwe ji beriya 3 rojan ve dest pê kiribû, di encama hevdîtineke bi karkeran re û li ser çareseriyeke demkî, bi dawî bûye. Xebatên me yên komeleyê û Şîrketa Aborî a Lokal weke berê didomin. Pirsgirêka fînansî ku demeke dirêj bû berdewam dikir, bi bandora rewşa aboriyê ya ku niha welat têdeye mezintir bû. Lê em bawerin ku bi piştgiriya hemû endamên me dê ev pirsgirêk bi dawî bibe."
 
Hemû kakerên ku dev ji kar berdabûn îro dest bi kar kirin.