'Bila her roj rayedarên dewletê jî çay û simîtan bixwin'

img
ÎZMÎR – Li Tirkiyeyê zem li ser zemê tê kirin. Welatiyên di vê krîza aborî de bi zor û heft bela debara xwe dikin, ji ber van zeman pişta wan şikiya. Welatiyan got: "Li vî welatî debar veguheriye hunerek performansê. Berdin debarê, em xwe bi erdê ve kaş dikin." 
 
Ji ber polîtîkayên çewt û şaş her diçe krîza aborî ya li Tirkiyeyê kûrtir dibe. Bi ser de jî her roj zem li ser zemê tê kirin. Welatiyên ku heta niha bi zor û heft bela debara xwe dikirin, niha ji ber zemên tên kirin pişta wan şikiyaye. 
 
Li Îzmîrê, karker Sîdar Karli ku 20 sal in di sektora gaza xwezayî de dixebite, bilêv kir ku ji ber zemên li ser hev du tên kirin nikarin debara xwe bikin. Karli ku got, "ji ber van zeman her tişt bihatir bûye, lê belê heqdesta me naguhere" destnîşan kir ku niha nikare heqê mesrefên dibistanê yên zarokên xwe jî derxe. 
 
‘HELA BILA EW ROJÊ SIMÎTEKÊ BIXWIN BÊ ÇAWA DIBE' 
 
Karli, anî ziman ku bi salan e di xaniyê bi kirê de ye û xwestiye xaniyekî bikire lê belê ji ber kredî biha ne nikare bikire û got: "Li vî welatî debar veguheriye hunereke performansê. Dev ji debarê berdin, em xwe bi erdê ve kaş dikin. Bi salan e em li bendê ne meaşê kêmtirîn hinekî zêde bibe, lê belê kes guh nade me. Ma em ê bi zemên wekî pariyê çûkê çawa debara xwe bikin? Nexasim bang li rayedarên dewletê dikim, hela bila ew her roj simîtan bixwin û çay vexwin. Hela bê çawa dibe." 
 
Bavê du zarokan karker Dogan Kose jî got: "Berê me bi teserifê hinekî debara xwe dikir. Mesela em diçûn bazara semtê, lê belê niha em nikarin biçin bazarê jî. Meha Cotmehê nû dest pê kiriye, hîn hefteya wê ya ewil temam nebûye pere bi min re nema. Berî dibistan vebin me ji bo pererdehiyê hezar û 500 lîre xerc kir. Ne mimkun e ku kesekî bi meaşê kêmtirîn bixebite ji bin van mesrefan rabe. Yanî bi kurt û kurmancî em nikarin debara xwe bikin."