Karkerên ji Şaredariya Uskudarê hatine avêtin dixwazin vegerin ser karê xwe

img
STENBOL - 150 karkerên ji Şaredariya Uskudarê ya AKP'î ji kar hatin avêtin, ji bo vegerin ser karê xwe bi rojan e têdikoşin. Karkeran, destnîşan kir ku di dema hilbijartinan de bi şev û biroj ji bo AKP'ê xebitîne û gotin: "Kesên me ew hilbijartin em ji kar avêtin." 
 
Piştî hilbijartina 23'yê Hezîranê Şaredariya Uskudarê ya AKP'î 150 karker ji kar avêtibûn. Karker ji bo vegerin ser karên xwe bi rojan e têdikoşin. Şaedariyê bêyî hincet karker ji kar avêtibûn. 
 
‘GEF XWARIN' 
 
Karker Mûstafa Kasap, bilêv kir ku piştî hilbijartinê şaredarî bi telefonê lê geriyaye û gazî wî kirine û ew jî çûye cem şefê xwe û jê re gotin: "Di dest me de qeydên dengê te hene. Vîdeoyên te hene." Kasap, destnîşan kir ku berî ji kar bên avêtin tim bi mobbîng û zextan re rû bi rû diman û got: "18 sal in ji bo AKP'ê têdikoşim. Li Uskudarê bidestxistina şaredariyê ne pêkan bû, lê belê bi saya xebatên me bi dest xistin û paşê me ji kar avêtin." 
 
‘MA EDALET Û HIQÛQ EV E?' 
 
Kasap, bang li rayedarên şaredariyê kir û got: "Ez dixwazim vegerim ser karê xwe. Niha jî ji me re dibêjin xayîn. Ne xema e, em ji bo nanê xwe têdikoşin. Şaredarê Uskudarê Hîlmî Turkmen ji bo me ji kar bavêje tim bi zextan bi ser me de dihat. Beriya hilbijartinê xizmên xwe girt kar û piştî hilbijatinê jî karkerên din ji kar avêtin. Ma ev edalet û hiqûq e? Divê pêşeroja me ne di nav lêvên şaredarekî de be. Heta em venegerin ser karê xwe em ê bitêkoşin." 
 
‘EM JI BO ÇI JI KAR HATIN AVÊTIN' 
 
Karker Mûstafa Gul got: "Piştî 23'yê Tebaxê em ji kar avêtin. Ji karê paqijiyê 10 kes, ji Yekeya Destekê 20 kes, ji Park Baxçeyan 10 kes hwd. em ji kar avêtin. Em ji rayearên şaredariyê dipirsin, çima em ji kar hatin avêtin? Sedem çi bû? Di vê serdema krîza aborî de peydakirina kar zehmet e. We ev karker ji kar avêtin, wê bi çi nan bibin malên xwe?" 
 
 
Karker Tahsîn Kûgû jî got: "Bêyî hinet, tenê bi telefonê em ji kar avêtin. Em karê xwe dixwazin." Karker Emrûllah Topal jî got: "Serê sibehekê gava hişyar bûm min dît peyamek hatiye û ez ji kar hatime avêtin. Em karker in, em karê xwe dixwazin. Heta em heqê xwe nestînin em ê bitêkoşin. Ez ê careke din ji bo AKP'ê nexebtim, poşman im. Ne ji be rji kar hatime avêtin, ji ber ku neheqî li gelek eksan tê kirin. Gava em îtiraz dikin jî em dibin sûcdar. Tim gef li me dixwazin. Şefê me ji bo xizmên xwe bigire kar am ji kar avêtin. Em ê heta dawiyê doza heqê xwe bikin."