Cotkaran demsalek din bi zirarê girtin

img

AMED - Bilindbûna maliyeta ketanê bû sedem ku cotkar demsalek din bi zirarê bigirin. Serokê Şaxa Çandinî Orkam Sen Nasir Demîrkiran, diyar kir ku sedema îflasê, encama polîtîkayên arizîkirinê ye. 

 
Her roj zemên nû tên ravekirin û cotkar ji ber encamên polîtîkayên çandiyê yên neyînî di serdemek zor û zehmet re derbas dibin. Her roja diçe qadên çandiniyê tune dibin. Yek ji qadên çandiniyê ku xwedî girîngiyek mezine bajarê Amedê ye. Lê li vî bajarî çandiniyê îflas kiriye. Ev jî sedema xwe ji polîtîkayên hikumetê yên derbarê çandiyê digire. Rêxistinên çandiniyê dema ku polîtîkayên hikumetê yên çandiniyê datînin holê, ji polîtîkayên bêbîr bi gazincin. 
 
Serokê Çandiniyê Orkam- Sen ê Amedê Nasir Demîrkiran, derbarê rewşa dawî ya cotkarên Amedê de axivî. 
 
COTKARAN DEMSALEK DIN BI ZIRARÊ GITIN
 
Demîrkiran, diyar kir ku cotkarên herêmê demsalek din bi zirarê girtin û wiha axivî: “Ev rewş bi krîza aborî ya li welat tê jiyîn û zêdebûna zeman ve girêdayî ye. Rêjeya zeman, ketan ji sedî sed derbas kirin. Ger polîtîkayên çandiniyê neyin guhertin, wê çandinî têk biçe. Dewlet di çandinî û berherêmê de piştgiriyê nade cotkaran. Dewlet di alîkariya dide de jî, tenê tansiyonê nizim dike.”
 
‘ÇANDINÎ BI TUNEBÛNÊ RE RÛ BI RÛ YE’
 
Demîrkiran, da zanîn ku cotkarî ber bi îflasevê diçe û wiha got: “Sedema vê jî Modela Piştgiyê ya Çandiniyê ye. Ligel ku ev bi awayekê neyînê bandor dike jî, di vê mijarê de israrek heye. Êdî wisan bûye, çandinî bi tunebûnê re rû bi rû maye. Tirkiye li şûna ku hemû berhemên xwe bişîne derveyî welat, êdî wisan bûye ji derveyî welat berheman dikire. Erdên çandiniyê û dermanên çandiniyê bi awayekê xerab tên bi kar anîn. Qad hene lê Tirkiye di vî warî de tu tiştekê nake.”