Malên Gel: Bila zem bên vekişandin

img
ANTALYA - Malên Gel bertek nîşanî zema hatiye ser ceyranê û xwest ku ceyran bê gelemperîkirin û zema hatiye ser bê vekişandin.
 
Şaxa Mala Gel a Antalyayê, li Qada Atallosê çalakiyek li dar xistin û bertek nîşanî ji sedî 14.9 zembûna ceyranê da. Di çalakiyê de pankarta "Ji pişta gel dakevin. Bila hilberandin û belavkirina enerjiyê bê gelemperîkirin" hat vekirin û timik dûrişmeyên mîna "Bêdeng nebe biqîre, ji zeman re na" û "Bı van zeman jiyan nabe, bila bên vekişandin" hatin berzkirin. Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Mala Gel Kûtay Merîç diyar kir ku bi zeman re jiyan zortir bûye û ev tişt got: "Hewl tê dayîn ku barê krîzê li pişta karker, kedkar û gel bê barkirin. Divê zem bên vekişandin." 
 
Serokê Şaxa Mala Gel a Antalyayê Huseyîn Ayçîçek jî da zanîn ku nêzî 300 fîrmayên enerjiyê hene û wiha axivî: "Piraniya vana di dema AKP'ê de ketine karên enerjiyê. Danehev, ked û bacên gel ji vê pergala kurtêlxur re tê pêşkêşkirin. Rêya rizgariya gel a ji şertên kedxwariyê, bi dawîkirina serweriya şîrketan û serwerkirina gel de ye. Ceyran mafekî bingehîn ê mirovî ye û bazarîkirina wê dibe sedema pirsgirêkên mezin. Ji ber vê yekê divê ceyran ji aliyê dewletê ve bê hilberandin, hilberandin û belavkirina enerjiyê bê gelemperîkirin."