Li Wanê nîviyê komirvanan dikanên xwe girtine

img

WAN- Ji ber krîza aborî, di 3 salên dawî de li Sîteya Komirvanan nîviyê esnafan dikanên xwe girtin. Komirvanan, bilêv kir ku wê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, krîza aborî kûrtir bike. 

Krîza aborî, bi şerê li Sûriyeyê kûrtir dibe. Ligel bihabûna fiyetên gaza xwezayî û ceryanê, nexasim jî bi zêdebûna kûra dowîzan fiyetên komirê jî pir biha bûye. Serokê Kooperatîfa KOmirvan û Êzingvanan a Wanê Hasan Seyhan, destnîşan kir ku di sê salên dawî de bi dehan esnaf dikanên xwe girtine. 
 
NÎVIYÊ ESNAFAN DIKANÊ XWE GIRTINE 
 
Seyhan, anî ziman ku 30 sal in komirvaniyê dike, lê belê di 3 salên dawî de 50 ji sedî esnafên sîteyê top avêtine û dikanên xwe girtine. Seyhan, diyar kir ku mirov êdî nikarin komirê bikirin û got: "Sedema vê jî zêdebûna kûrên dowîzî ye. Niha tona komirê hezar û 500 an jî hezar û 600 lîre ye. Lê belê piştî mudaxileya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê rewşa me xirabtir bû. Em komirê bi dolaran dikirin û ji Sîbîryayê tê. Ji ber dolar zêde dibe, komir jî biha dibe. Her roj gava em dikanê vedikin maliyeta wê herî kêm 500 lîre ye. Yanî krîzeke mezin heye. Niha ji ber ku gaza xwezayî biha ye, mirov nikarin bi kar bînin. Ji bo ev rewş baş bibe divê aştiyek çê bibe." 
 
Komirvan Kenan Ozzel jî got: "Ji ber em komirê îthal dikin, gava dolar dileqe fiyetên komirê jî biha dibe. Yanî zemên tên kirin, tenê ne li me tesîrê li her kesî dike." 
 
'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN' 
 
Ozkan, bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û got: "Niha navbera me û tu cînaran nebaş e. Hema bêje di çend salên dawî de cînaran hemûyan derî li Tirkiyeyê girtin. Niha em nikarin bi Îranê re jî bazirganiyê bikin. Tenê daxwazek me heye aştiya bi welatên li cînar û navmalî ye. Em aştiyê dixwazin, em dixwazin ev şer raweste. Bi çekan kes nagihê cihekî."