Rêjeya betaliyê ya jinên ciwan bûye 41.2

img

STENBOL – Pisporê DÎSK-AR'ê Denîz Beyazbûlût, bilêv kir ku li Tirkiyeyê hejmara kesên betal her diçe zêdetir dibe û got, nexasim jî hejmara jinên ciwan ên betal ji Tîrmeha 2005'an ve bûye 41.2. 

 
Li gorî daneyên 15'ê Cotmehê yên TUÎK'ê hejmara betalan bûye 4 milyon û 596 kesan. Lê belê li gorî daneyên Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR), di Tîrmeha 2018'an de hejmara betalan 6 milyon û 130 hezar bûye û di Tîrmeha 2019'an de ev hejmar bûye 7 milyon û 364. 
 
Pisporê Lêkolînê ya DÎSK'ê Denîz Beyazbûlût, bal kişand ser daneyên TUÎK'ê. Beyazbûlût, anî ziman ku li Tirkiyeyê betaliyeke mezin heye û her diçe zêdetir dibe. Beyazbûlût, da zanîn ku zêdebûna vê hejmarê herî zêde di warê ciwan û jinan de rû dibe û got, rêjeya betaliyê ya ciwanan 26 ji sedî û rêjeya betaliyê ya jinên ciwan jî bûye 41.2. 
 
HEJMARA BETALIYÊ BÛYE 7 MILYON Û NÎV 
 
Beyazbûlût, destnîşan kir ku daneyên TUÎK'ê daneyên berteng in û got: "Daneyên TUÎK'ê daneyên anketa ne. Lê yên DÎSK-AR'ê xwe dispêrin kesên hêviya wan a ji bo akr nemaye. Lê TUÎK van tiştan daxilî nav daneyên xwe nake. Kesên bêhêvî an jî kesên li karekî digerin û li ber xebatê ne zêdetirî milyonekê ne. Gava em vê kategoriyê jî daxil dikin ev digihê 7 milyon û nîvan." 
 
Beyazbûlût, destnîşan kir ku sedema zêdebûna vê rêjeyê ji ber bertengbûna pîşesaziyê  ye û got, DÎSK-AR ji bo vê îstihdama di warê raya giştî de pêşniyar dike.