Cotkarên erziromî: Em zehmetê dikişînin lê qezenc nakin

img

ERZIROM - Cotkarên silqok û kartolan diçînin, diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetên gubre, mazot û ceryanê xisirîne û gotin: "Em zehmetê dikişînin, lê tiştekî qezenc nakin." 

Li Taxa Koyender a navçeya Pasîn a Erziromê cotkarên ku silqok (pincara şekir) û kartolan diçînin, bal kişandin ser bihabûna fiyetên mazot, gubre û ceryanê û gotin, dixisirin. 
 
Cotkar Suleyman Korûcû, bilêv kir ku ew her sal 50 donim kartol diçîne, lê îsal ji ber bihabûna fiyetên mazot, gubre û ceryanê 5 donim çandiye. Korûcû, anî ziman ku gava wan kartol çandiye tovê wê bi 4 lîreyan kiriye, lê belê niha kartolan bi lîreyekê difiroşin û got: "Heqê keda me bi dest me nakeve. Îsal serê donima kartolan 2 hezar lîre mesrefê me çû. Ji ber vê bihabûnê êdî em nikarin çandiniyê bikin. Sirf ji bo erdê me beyar nemîne, em diçînin. Navbeynkar bi lîreyekê ji me distînin bi 4 lîreyan difiroşin." 
 
‘BERÊ HER KES COTKAR BÛ' 
 
Cotkar Îsmaîl Atmaca jî destnîşan kir ku îsal xisirîne. Atmaca, da zanîn ku dewletê tovê kartolan bi 4 lîreyan daye wan û serê saetê bi 40 lîreyî avê ji sondajênd ewletê dikirin. Atmaca, bal kişand ser bihabûna ceryanê û got: "Tona gubre bi 3 hezarî, lîtreya mazotê bi 6 lîreya û saeta ceryanê jî bi 40 lîreyî ye. Û em jî kîloya kartolan bi lîreyekê didin. Ma ev heq e? Em bi her awayî zehmetê dikişînin, lê qezenc nakin."
 
‘DESTEKÊ NADIN COTKARAN' 
 
Salih Tiryakî ku silqokê diçîne, anî ziman ku îsal ji ber ziwabûnê berdarî 40 ji sedî kêm bûye û tiştek qezenc nekirine. Tiryakî, bal kişand ser zemên tên kirin û got: "Li gundê me 150 mal hene, lê tenê 5 jê silqokê diçînin. Wekî din derameteke me tune ye. Em qezenc bikin jî nekin jî em ê biçînin, çimkî em mecbûr in an jê em ê birçî bimînin. 18 sal in ev hikûmet li ser kar e. 18 sal in ji hilbijartinê heta hilbijartinê soz didin. Tên dengê xwe digirin lê ne av heye ne jî destek. Parlementerê AKP'ê yê Erziromê Recep Akdag beriya hilbijartina herêmî hat gund û got, wê 400 roj şûnde meseleya avê bê helkirin. Lê çûyîn ew çûyîn bû. Careke din çavê me pê neket." 
 
‘EM Ê RAYA XWE NEDIN WAN' 
 
Cotkar Mahmût Tiryakî jî, destnîşan kir ku êdî ew ji sozên AKP'ê yên ji bo hilbijartinan adiz bûne û got, ava belaş jî bi pereyan didin. Tiryakî, got: "AKP'î, di her hilbijartinê de tên me dixapînin û raya me digirin, lê piştî hilbijartinê di kêleka gund re jî derbas nabin. Ji niha û pê ve em raya xwe nadin wan."