Esnafên Wanê: Sedema krîza aborî şer e

img

WAN - Esnafên Bazara Semtê ya 2'yê Nîsanê ya navçeya Rêya Armûşê anîn ziman ku piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîza aborî kûrtir bûye. 

Li Tirkiyeyê krîza aborî her diçe kûrtir dibe. Esnaf û kirîgerên Bazara Semtî ya 2'yê Nîsanê ya navçeya Îpekyolû ya Wanê, destnîşan kirin ku piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîza aborî kûrtir bûye. 
 
Esnaf Yaşar Işik, bilêv kir ku ji ber krîza aborî 2 sal in rewşa karê wan nebaş e. Işik, da zanîn ku berê 5 kîlo dendik bi 25 lîreyan dikirî, lê belê niha bi 70 lîreyî dikire. Işik, got: "Em qezenc nakin. Li Tirkiyeyê krîzeke mezin heye. Sedema bihabûnê jî ji ber krîzê ye. Sedema vê krîza aborî şer e. Xew bi çavê me nakeve. Em ditirsin gelê wê sibê çi bê serê me. Em dixwazin rojek berî rojekê şer raweste û kes nemire. Em dixwazin aramiyek çê bibe." 
 
‘HER TIŞT PIR BIHA BÛYE' 
 
Kirîger Gulay Demîr jî, destnîşan kir ku berê 2-3 kîlo zebze û fêkî dikirîn, lê belê niha nîv kîloyê dikire. Demîr, diyar kir ku nikare tiştên zarokên wê dixwaze bikire û got: "Em mexdûr in. Her tişt biha ye. Ez nikarim tiştekî bidim zarokên xwe. Nikarim ji wan re kincan bikirim." 
 
'EM MUHTACÊ NANÊ TISÎ BÛNE' 
 
Mehmet Çar jî ku kincên bin difiroşe, bilêv kir ku berên wan erzan in lê dîsa jî kes nakire. Çar, destnîşan kir ku ji ber krîza aborî êdî muhtacî nanê tisî bûne û got, rojê 70 lîre bi destê me dikeve lê car heye ev jî bi dest nakeve. Çar, got: "Sedema krîza aborî şer e. Wekî her kesî em jî dixisirin. Ên Tirkiyeyê bi rê ve dibin em xistine vî halî. Em dixwazin şer raweste da krîza aborî jî nemîne. Niha li ser kurdan lîstikên qirêj hene. Mirin heye, zilm heye. Di şer de kes bi ser nakeve. Êdî bes e, bila kes nemire."
 
Esnaf Huseyîn Yîgît jî ji bo krîza aborî hel bibe divê li Tirkiyeyê aştî çê bibe. Yîgît, got: "Em her roj dibêjin xwezî bi roja din. Ji bo ev rewşa xirab ji holê rabe pêdivî bi aramiyê heye. Eger wisa bidome wê tiştên xirabtir biqewimin. Tiştên em îro difiroşin, heman tiştî sibê jî difiroşin. Lê em bi fiyetekî bihatir difiroşin. Berê karê me baş bû. Bi rastî jî rewş xirab e. Em aştî û aramiyê dixwazin."