'Karkeriya demsalî tenê di dema mirinên girseyî de dibe rojev'

img

MÊRSÎN - Ebrû Ozel ku şert û mercên karkerên demsalî yên jin nirxandin, diyar kir ku karkeriya derveyî tomarkirinê û demsalî tenê di dema mirinên girseyî de dibe rojev û bal kişand ser têkoşîneke hevpar. 

 
Ebrû Ozel ku derbarê karkeriya demsalî û derî tomarkirinê dixebite, bal kişand ser şert û mercên karkerên demsalî yên jin û zarok. 
 
Ozel, bilêv kir ku jin û zarokên ji şer difilitin koçber dibin û bi heqdesteke erzanî tên xebitandin. Ozel, got: "Karkeriya demsalî ji ber şer û koçberiyê çê dibe û dibe sedema binpêkirina mafên jiyanê. Bi vê re heqdest li gor zayend û temen tê diyarkirin." 
 
‘JIN BI XETEREYA ÊRÎŞA ZAYENDÎ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN' 
 
Ozel, diyar kir ku karker 12 saetan li ber tavê dixebitin û ev jî dibe sedema nexweşînan. Ozel, destnîşan kir ku ji ber rola zayendî ya civakî jin di warê bedenî de pir texrîb dibin û got: "Ji ber ewlehiya civakiyî ya karkeran tuneye û ji bo wan xizmeta tenduristiyê tuneye, pitik pir dimirin. Li konên ku ceryan, av, serşok, tuwalet hwd. pir lê tune ne dimînin. Jinên ji ber şer direvin û di sektorênd erî tomarkirinê de dixebitin û keda wan tê xwarin, bi êrîşên zayendî re rû bi rû dimînin." 
 
‘BI SEDAM ZAROK DI CIHOKÊN AVÊ DE MIRIN' 
 
Ozel, destnîşan kir ku bi piranî li derdora konan bendav an jî cihokên avê hene û bi sedan zarok ku di van cihokan de wer bûne mirine. Ozel, got: "Şert û mercên zarok lê dimînin ne hîjyenîk in û di şertên nebal de mezin dibin. Li derdora konên lê dimînin bi piranî bendav, cihokên avê û çem hene. Bi sedan zarok di van cihokan de wer dibin û dimirin. Gelek jê di çapemeniyê de jî derneketine." 
 
TÊKOŞÎNEKE HEVPAR
 
Ozel, bal kişand ser têkoşîneke hevpar a kedkaran û got: "Gava karkerên demsalî bi girseyî dimirin dibin rojev. Lê belê ji bo van cinayetên karî tu tevdîr nayên girtin. Dengê li hemberî polîtîkayên bêrxistinbûyîn û bêsendîkabûyîna kedê qels e. Eger em têkoşîneke rewa esas digirin nexwe divê em xwe di qanûnên sendîkayan de asê nekin. Kesên van qanûnan çm dikin xizmeta kedxwariyê dikin. Divê têkoşîneke hevapr rojeva me be."