HABER-SEN: Feyda şer ji tu kesî re tuneye

img

ENQERE - Serokê Giştî yê HABER-SEN'ê Mûsa Ozdemîr, diyar kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê aborî û demokrasiyê ye û rexne li operasyonên leşkerî kir.

 
Lijneya Berfireh a Serokên Sendîkaya Kedkarên Çapemenî, Weşan û Ragihandinê (HABER-SEN) a girêdayî KESK'ê, têkildarî geşedanên dawîn ên Sûriyeyê daxuyaniyek da. Endamên sendîkayê li ber Navenda Giştî ya Egîtîm Sen'ê li hev kom bûn û pankarta "Em ê li hemberî şer aştî li hemberî mirinê jî jiyanê biparêzin" vekirin. Serokê Giştî yê HABER-SEN'ê Mûsa Ozdemîr, diyar kir ku şerê ku di bin navê 'Kaniya Aştiyê' de hatiye destpêkirin dê ji tu kesî re aştiyê neyne û wiha got: "Her çiqas jê re Kaniya Aştiyê bê gotin jî dê xesarê bide hesta biratiyê ya di navbera gelê kurd, ereb û tirk de. Dê pêkve jiyanê nepêkan bike."
 
Ozdemîr di berdewamê de jî destnîşan kir ku pirgirêka bingehîn a Tirkiyeyê aborî û demokrasî ye û ev tişt anî ziman: "Serpêhatiya leşkerî ya bi vî rengê dê pirsgirêkê çareser neke, berovajî vê yekê dê pirsgirêkên welatê me hê kûrtir bike. Pirsgirêka welatê me ya bingehîn bêkarî, zemên ku weke baranan dibarin û xîzanbûna bi milyonan e. Pirsgirêka bingehîn a welatê me windakirina hêviya pêkve jiyan, di nav aramiyê de jiyan û polîtîkayên wirdekirinê ne. Bang li herkesî dikin ku li aliyê jiyanê bin û têkoşîna aştiyê ya li dijî şer û serxwebûna li dijî emperyalîzmê bidin."