Çandinî û sewalvanî li Mûşê di xeterê de ye

img

MÛŞ - Li Mûşê ku di warê çandinî û sewalvaniyê de di nav 10 bajarên di rêza ewil de ne cih digire, ji ber polîtîkayên hikûmetê sewalvanî û çandinî di xeterek mezin de ye. Serokê Şaxa Tarim Orkam-Sen'ê Fatîh Sondûk, got: "Êdî mirov naxwazin çandinî û sewalvaniyê bikin." 

Li Mûşê ku di warê çandinî û sewalvaniyê de di nav 10 bajarên di rêza ewil de ne cih digire, ji ber polîtîkayên hikûmet hema bêje çandinî û sewalvanî nemaye. Serokê Şaxa Tarim Orkam-Sen'ê Fatîh Sondûk, detnîşan kir ku ji bo li herêmê çandinî û sewalvanî pêş bikeve divê pevçûn û şer rawest in û aştiyeke mayînde çê bibe. 
  
HEJMARA HEYWANAN KÊM DIBE 
 
Sondûk, da zanîn ku li Tirkiyeyê di warê sewalvaniyê de Mûş yek ji bajarên di nav rêza 10'an de cih digire. Sondûk, destnîşan kir ku ji ber zêdebûna maliyetan, erzanbûna fiyetên heywanan mirov naxwazin sewalvaniyê bikin. Sondûk, da zanîn ku her diçe li bajêr hejmara heywanan kêm dibe û got: "Li bajarê me nêzî milyon û 200 hezar pez û nêzî 300 hezar dewar hene, lê her diçe ev hejmar kêmtir dibe. Ligel zêdebûna maliyetê, ji ber şer û pevçûnê mêrg û zozan jî tên qedexekirin. Ev jî pêşî li ber sewalvaniyê digire. Heta ev rewş baş nebe, her biçe wê sewalvanî kêmtir bibe." 
 
Her wiha Sondûk, anî ziman ku berê Mûş di warê tûtinê de xwedî derameteke mezin bû, lê belê piştî hilberandina tûtinê hat bisînordarkirin, qezenca mirovan kêm bû û got: "Çandina tûtinê jî qedandin. Piştî fabrîkayên şekir hatin kesîdekirin, di warê pincara şekir (silqok) de jî hilberîn 50 ji sedî kê bû. Bi van polîtîkayan çavkaniyên mezin ên bajêr ji holê hatin rakirin. Heta hilberîner neyên destekkirin wê rewş baş nebe." 
 
'BI AŞTIYÊ PÊKAN E' 
 
Sondûk, destnîşan kir ku di salên 90'î de piştî gund hatin şewitandin û bi darê zorê koçberî çê bû çandinî û sewalvanî 40 ji sedî kêm bû û got: "Di salên 90'î de mirov berê xwe dan bajaran. Ji xwe ev ji bo çandinî û sewalvaniyê qedandin bû. Ji ber aştî pêk nayê darbeyeke mezin li çandinî û sewalvaniyê tê xistin. Demildest divê aştî çê bibe da hilberîner jî bi rihetî tev bigerin." 
 
MA / Cemil Ugur