Acar: Dixwazin karkerên metalê wekî koleyan bijîn

img

STENBOL - Endamê Desteya Rêvebir a TOMÎS'ê Dilbirîn Acar, hevdîtinên TÎS'ê yên ji bo pîşesaziya metalê didomin û helwesta sendîkayên erkdar nirxand û got: "Li ser maseya peymanê nan û rûmeta 130 hezar karkerên metalê heye. Li karkerên metalê ferzkirina şertên koletiyê, îxaneta herî mezin e." 

Derbarê karkerên pîşesaziya metalê de hevdîtinên ji bo Peymana Kar a Giştî (TÎS), di navbera Bîrleşîk Metal-Îş, Sendîkaya Turk Metal Îş û Sendîkaya Pîşesazên Metalê yên Tirkiyeyê (MESS) de didomin. Rûniştina ewil di 7'ê Cotmehê û ya duyemîn di 21'ê Cotmehê de pêk hatin. Di van hevdştinan de ji 15 xalên Bîrleşîk Metal Îş'ê 8 jê hatin qebûlkirin. Di nav van xalan de "Betlaneya Heftane", "Kartên Saetê û Derengmayîn" û "Hesabê Tazmînatan û Dayîna Tazmînatan" jî hene. Lê belê 28 madeyên Turk Metalê hatin qebûlkirin. Wê rûniştina din di 4'ê Mijdarê de pêk bê. 
 
‘ÊRÎŞA LI SER DESTKEFTIYAN' 
 
Endamê Desteya Rêvebir a Sendîkaya Karkerên Otomotîv û Pîşesaziya Metalê (TOMÎS) Dilbirîn Acar, bilêv kir ku MESS çav berdaye maf û destkeftiyên karkerên metalê û got: "Dixwaze dema peymanê ku 2 sal in, bike 3 sal. Her wiha MESS, zemên li gor rêjeya enflasyonê ku tu eleqeya vê rêjeyê bi rastiyê tuneye jî ferz bike." 
 
Her wiha Acar, ji bo 28 xalên Sendîkaya Metal Îş'ê ku di her du rûniştinan de hatin qebûlkirin jî got: "Ev bi bi awayekî usûlî hatin qebûlkirin. Ji xwe ev xal berê hatibûn nîqaşkirin û qebûlkirin." Acar, diyar kir ku MESS li dijî hin xalên derbarê qada xebatê ne û got: "Nexasim MESS, êrîşî tazmînata îxbar kidemê dike. Li hin kargehên ku pêkanînên ji ên qanûnû zêdetir hene, dixwaze li van kargehan ji bo karkerên di 1'ê Îlona 2019'an de dest bi kar kirine dema di qanûnê de hatiye diyarkirin pêk bê. Yanî bi awayekî aşkere êrîşî maf û destkeftiyan dike. Nîqaşkirina vê daxwazê jî nayê qebûlkirin." 
 
Acar, destnîşan kir ku li ser maseya peymanê nan û rûmeta 130 hezar karkerên metalê heye û got: "Di dîroka çîna karkeran de şerê herî mezin karkerên metalê kiriye. Îjar li karkerên metalê ferzkirina şert û mercên koletiyê, îxaneta herî mezin e." Acar, bilêv kir ku di rûniştina dawî de MESS'ê li hemberî her du sendîkayan helwesteke cuda nîşan daye û got: "Peywira li ber me ew e ku, bêyî em bêjin ji kîjan sendîkayê ye divê em bi hev re tev bigerin. Li hemberî me MESS'eke ku ji pişta karkerên metalê milyaran qezenc dike heye, şîrketên endam in bi hev re tev digerin. Loma divê em karker jî cuda tev negerin."