Li Somayê mîdîbusa madenvanan û qamyon li hev qelibîn: 26 kes birîndar bûn

img

ÎZMÎR - Li Somayê, mîdîbuseke ku serwîsa madenvanan dikir û qamyonek li hev qelibîn û 26 kes birîndar bûn. 

 
Li taxa Yirca ya navçeya Somayê ya Manîsayê, duh bi şev mîdîbuseke ku serwîsa madenvanan dikir û qamyonek li hev qelibîn û 26 kes birîndar bûn. Piştî qezayê cendirme û hejmareke zêde komeke tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndaran bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Soma, Kirkagaç û Akhîsarê. Hat hînbûn ku ji birîndaran ajokarê serwîsa madenvanan Mûstafa Y. û 3 kesên din rewşa wan giran e.