Ozgur: Dê zem wekî baranê bibarin

img

STENBOL  –Aborîst Bahadir Ozgur, diyar kir ku hedefa mezinbûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya ji sedî 5’an û zedebûna îstîhdama 1,5 milyonî ne li gorî rastiya welêt e û wiha got: "Bendewariya bi hatina ji OTV’ê ya ji sedî 20 an, nîşan dide ku 'Barana Zemê' li pêş me ye. Ji xwe Tirkiye ji ber deynan pirsgirêkên pir mezin dijî. Pirsgirêkên aboriya Tirkiye dê sala li pêş me du qat mezintir bibin."  

Serokê Butçeyê û Stratejiya Serokomariyê Naci Agbal, di 17'ê Cotmehê de têkildarî teklifa Qanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2020'an pêşkêşiyek kir. Li gorî pêşkêşiya Agbal lêçûna butçeya 2020'an li gorî salek berê dê ji sedî 14' zêde bibe û ji 960 mîlyar lîra derkeve 1 trilyon û 95 milyar lira. Hatina butçeyê jî dê ji 880 milyar lirayi derkeve 956,6 milyar lirayi. Li gorî van raqaman tê payin ku valahiya butçeyê 138,9 milyar lira be. Tê payin ku di teklifa Qanûna Butçeya NavenDî ya Sala 2020'an de ji sedî 5 mezinahî pêş bikeve. Di îstihdamê de jî 1 milyon û 52 hezar zêdebûn pêş bikeve. Tê plankirin ku 176,1 milyar lirayê butçeyê ji bo perwerdehiyê, 188,6 milyar lirayê butçeyê ji bo tenduristiyê û 141,1 milyar lira jî ji bo ewlehî û parastinê bê veqetandin. 
 
Têkildarî vê plana butçe û aboriyê Aborînas Bahadir Ozgur  diyar kir ku ev para ji sedî 5 mezinbûn li gorî kalemên ji butçeyê hatiye veqetandin ne pêkan e. Ozgur, anî ziman ku li gorî vê teklifê deynê Tirkiye yê hundir wê bêtir zêde bibe û wiha got: "Ji xwe ji ber deynan Tirkiye pirsgirêkênk pir mezin dijî. Pirsgirêkên aboriya Tirkiye dê sala li pêş me duqat mezintir bibe. Dewlet demek dirêje razemeniya ji bo îstîhdamê nake. Dewletê berê bi Teşkîlatê îktîsadî ya Cemaweriyê razemenî/veberhênan dikir. Lê piştî kargeriyên cemaweriyê yên îstihdamê hatin arizîkirin, êdî cihê raste rast veberhênan/razemeniyê bike tune. Bi para 85 milyar lira razemeniyê/veberhênanê ji sedî 5 mezinbûn pêş nakeve. Sala para ji berhemên alkolê bac hat girtin. Bi zêdekirina Baca Serfkirina Taybet (OTV) ya sotemeniyê xwestin vê valahiya butçeyê dagirin. Barê sala par tev li pişta bacê bû. Ji sedî 60’ê wê baca ku bi awayekî cuda hat stendin tev li ser keda karker û kedkaran bû. Di serdema krîzê de baca ji şîrketan kêm kirin û baca berhemên serfxwiriya welatiyan zêde kirin. 
 
'DÊ ZEM WEKÎ BARANÊ BIBARIN' 
 
 
Ozgur, anî ziman ku li gorî vê planê dê di sala 2020'an de zem li ser zemê zêde bibe û wiha got: “Dewlet sala li pêş li gorî îsal armanc dike ku Baca Serfkirina Taybet (OTV) zêde bike û ji sedî 20'an hatina OTV'yan zêde bike. 
Bi stendina OTV ya maşîneyen bi motor armanc dike hatinê ji sedî 47 zêde bike. Bi zemkirin û zêdekirina OTV'yan nişan dide ku li pêş me barana zemê heye. Nişan dide ku Barana zemê li pêş me ye. Ji niha de Xaza xwezayi, heqê rê, Pir û sotemeniyê zem kirin. Tirkiye ji sala 2018'an de di nava krîza aborî ya mezin e ye. Rayedarên hikûmetê diyar dikin ku enflasyon daketiye. Lê di rastiya jiyanê de dijberî wê ye. Buhayê li bazarê û yên TUİK nîşan didin li dijî hev in. Her tişt qat bi qat zem bûye."  
 
HILBERÎNA PÎŞESAZIYÊ JI SEDÎ 6.3 KÊM BÛYE
 
Ozgur, da zanîn ku niha deynê Tirkiye yê derve 450 milyar dolar derbas kiriye û wiha got: "Bi tevahî deynê Tirkiyeyê 1,2 trilyon lira derbas kiriye. Hilberina Pîşesaziyê ji tebaxa 2019'an û şûnde ji sedî 6,3 kêm bûye. Ev daketina hilberîna pîşesaziyê her ku diçe wê kêm bibe. Ev dê bandorek neyînî li aborî û betaliyê bike. Dê rêjeya betaliyê û xizaniyê zêdetir bibe. Deynê Tirkiye yê hundir wê zêdetir bibe."