Ji ber xaza xwezayî û ceyranê nikarin sobeyan bifiroşin

img

ERZIROM – Li Erziromê, sobevanan bilêv kirin ku ji ber li bajêr gaza xwezayî û amûrên germkirinê yên bi ceryanê dixebitin berbelav bûne, sobeyên ku çê dikin nikarin bifiroşin. 

Li Erziromê ku zivistana wê dijwar e, êdî kes wekî berê sobên êzingan û komirê bi kar naynin. Sobevanan, diyar kir ku ji ber li bajêr gaza xwezayî û amûrên germkirinê yên bi ceryanê dişoxilin berbelav bûne, nikarin sobeyên çê dikin bifiroşin û gotinî tenê kesên rewşa wan î aborî nebaş e û kesên li gundan dijîn sobeyan dikirin. 
 
Sobevan Recep Azatli, anî ziman ku li bajêr ji meha Îlonê ve sobe tên danîn, lê belê niha hindik maye meha Cotmehê biqede lê belê xweşikî sobe nefirotine. Azatli ku zanîngeh kuta kiriye û ji sala 1977'an ve sobevaniyê dike, da zanîn ku ji ber li bajêr gaza xwezayî û amûrên germkirinê yên bi ceryanê dişoxilin zêde bûne rewşa karê wan xirab bûye û her wiha Azatli bal kişand ser krîza aborî jî. Azatli, got: "Par ji ber krîzê tu tişt bi dest me nediket. Heqê kirêya ceryanê, fiyetê sac, bac... yanî qezenca me tunebû. Par sobeyeke mesrefê bi 100 lîreyî, îsal mesrefê wê bûye 140 lîre." 
 
JI BO SOBEYÊN XWE BIFIROŞIN 11 MEHAN DISEKININ 
 
Sobevan Seyfûllah Egîlmez jî 30 sal in vî karî dike. Egîlmez, destnîşan kir ku sobeyên çê dike hema bêje bi xisarê difiroşin û got, sobevanî jî li ber qedandinê ye. 
 
Egîlmez, got: "Ji bo em sobeyekê an jî lûleyên wê bifiroşin em 11 mehan disekini. Tiştê bi dest me dikeve jî an em didin bazirganan an jî em didin dewletê. Nikarim dev ji vî karî berdim, çimkî wekî din karekî ku bikim tuneye. Divê dewlet û rêveberên herêmî alîkariya me bikin. Gel heta qirikê di nav deyna de ye, lê ew li Enqere û Stenbola li kêfa xwe dinerin. Eger niha karek bi dest min bikeve ez ê dev ji vî karî berdim, lê kes karekî jî nade me." 
 
MA / Dindar Karataş