Ji bo vegerin ser karê xwe her sibeh diçin ber fabrîkayê

img

STENBOL - 10 karkerên li Herêma Pîşesaziyê ya Serbest a Tûzlayê dixebitîn û ji kar hatin derxistin, ji bo vegerin ser karê xwe her sibeh diçin ber fabrîkayê û doza karê xwe dikin. 

10 karkerên ji fîrmaya bi navê Valfsanê ya li Herêma Pîşesaziyê ya Serbest a Tûzlayê dixebitîn, bi hinceta "hejmara karkeran zêde ye" di 11'ê Cotmehê de ji kar hatin derxistin. Li ser vê karker ji bo vegerin ser karê xwe ji 23'yê Cotmehê ve her roj diçin ber fabrîkayê û doza karê xwe dikin. Karker her sibeh diçin ber fabrîkayê û saeta heta 17:00'an li ber fabrîkayê disekinin. 

 
Karker Ozan Erdî Ekîncî, anî ziman ku li hundurê fabrîkaym di warê ewlehiya kar de gelek pirsgirêk hene û got, nexasim jî hundir bê hewa dimîne û ji ber vê tesîreke neyînî li tenduristiya kar dike. Ekîncî, diyar kir ku nûnerê cihê kar ê sendîkaya wan ji bo van pirsgirêkan tev negeriyaye û got: "Lê gava em li ber vê rabûn, em bûn serê gunehan û ji kar hatin derxistin." Ekîncî, destnîşan kir ku du zarkên wî hene û ji ber xaniyê xwe bi krediyê kiriye nikare heqê krediya xwe bide. Ekîncî, got: "Divêtiya sereke ya mirovan ew e ku ji bo pêşerojê gavina bavêje. Pêşerojê di destê me de ye, em karker vê yekê dibînin û ji ber me agirê vê yekê pêxistiye em serbilind in." 
 
‘NIKARIM MEAŞÊ BETALIYÊ JÎ BIGIRIM' 
 
Karker Kemal Yilmaz jî anî ziman ku bi hinceta bêdewamiyê ji kar hatiye derxistin û got: "Rapora min hebû. Ji min re gotin tu bêyî xebera me nehatiyî kar. Halbûkî min rapor dabû wan. Rapora min winda kirine û bêyî tazmînat ez kar derxistim." Yilmaz, da zanîn ku ji ber vê nikare meaşê betaliyê jî bigire. 
 
Karker Ertan Tekîn, destnîşan kir ku heta daxwaza wan neyê qebûlkirin ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin û got: "Bila derxistina ji kar bi dawî bibe. Divê karkerên ji kar hatine derxistin demildest vegerin ser karê xwe. Li gorî peymana di navbera sendîka û kardêran de hatiye îmzekirin divê hilbijartina nûnertiyê bi awayekî demokratşk bê kirin."