Ji welatiyan şîroveya krîza aborî: Her roja ku diçe em feqîr dibin

img
ENQERE – Li Tirkiyê her tişt biha û krîza aborî dewam dike. Welatî diyar dikin ku krîza aborî bandorek neyînî li ser wan dike û ji ber rewşa krîza aborî tengasiya debarê dijîn.
 
Li Tirkiyê her tişt zem dibe û jiyan biha ye. Krîza aborî her ku diçe kurttir dibe û welatî li dijî vê rewşê bi bertek in. Me li Enqereyê têkildarî zem û krîza aborî nêrîna welatiyan girt. 
 
Muharrem Yildirim ê bi firotina Mîllî Piyango debara xwe dike got: “Sedemek krîza aborî heye ew jî ji ber şer e. Hemû butçeyê li ser didin. Ez teqewît bûme lê ji meaşê min 350 TL ji min re dimîne. Nihal i Sûriyê operaysonek heye û bandorek neyînî li ser aboriya Tirkiyê dike.” 
 
'BILA RAYEDAR ME JÎ BIBÎNIN’ 
 
Ramazan Akdag ê 15 sal in li Ulusa Enqereyê esnafiyê dike jî got: “Niha em qediyane. Em hatine ber topavêtinê. Em ji nizanin em ê çi bikin. Em dixwazin rayeder li tavilê li rewşa me bipirsin. Halê memleket diyar e. Niha operasyonek heye. Lê bila halê me ji bîra nekin. Ez niha nikarim kirêya xwe bidim. Ev saleke qet karê min nabe. Ji bo zarok min nebînin ez dereng diçim malê. Ez bang li rayedaran dikim êdî halê me jî bibînin û bi bîra xwe bixin.” 
 
‘BILA JI ESNAFAN RE BIBIN ALÎKAR’ 
 
Duran Keskîn jî 15 sal e li Enqreyê esnafiyê dike diyar kir ku bi qasî îsal wî bêkariyek wiha nedîtiye û wiha got: “Bêguman şer û operayson li ser aboriyê bandorek neyînî dike. Ji 2018’an ve min karek birêkûpêk nekiriye. Esnaf hemû digirîn. Ez û hevjîna xwe dixebitin û bi em bi zorê debara xwe dikin. Ez dixwazim rayedar li halê esnafan bipirsin û bibin alîkar.”
 
'BAR LI SER MILÊ MINE Û SERÊ MIN PÊL E’ 
 
Welatî Dînçer Bulut jî da zanîn ku ew bi zorê mûçeyê distînê debara xwe dike û got: “Krîz bandorek neyînî li ser min dike. Bûye barek li ser milê min. Halê min tune ye ku ez serê xwe rakim. Ez mûçe sitendina serokkomar rexne dikim. Yanî ji bo ku mirov debara xwe bike divê qey mirov bibe siyasetmedar gelo? Wê demê baş e ez jî bibim siyasetmedar.” 
 
‘DI BERÎKA MIN DE 20 LÎRE TENÊ HEYE’ 
 
Zekeriya Karakaya jî anî ziman ku 20 TL di berîka wê de nîne û got: “Wek din pereyê min nîne. Lê bila canê hikumetê sax be. Her tiştî zem dikin. Serê sibê taştê dixwim heta êvarê tiştek naxwim.” 
 
‘HER KU DIÇE REWŞ XERABTIR DIBE’ 
 
Mehrîşa Usta ya nû ji zanîngehê mezûn bûye û ew bijîşk e û got: “Ev demek dirêje krîz li ser me bandorê dike. Krîza aborî ne nû derketiye holê. Her ku diçe rewş xerabtir dibe. Di her çûyînek markete de em nizanin 100 lîreyê me pê çi dibe. Tiştek pê nayê kirîn. Bacên me diçin ku? Em ji viya ne bawer in.”