KESK: Heta kedkar vegerin karê xwe dê têkoşîna me dewam bike

img
AMED – Platforma Şaxên KESK’ê yên Amedê di minasebeta salvegera bi sedan endamên wan hatin îxrackirin ragihandin heta endamên wan vegerin karê xwe dê têbikoşin. 
 
Platforma Şaxên KESK’ê yên Amedê bi sedema ku Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) ya di 29’ê cotmeha 2016’an de rê li ber binpêkirina mafan û sedan îxrackirina endamên wan vekirin li Kolana Hunerê ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Endamên KESK’ê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “KHK dê biçin û em ê bimînin” vekirin. 
 
‘LI DIJÎ KEDKARAN WEK AMÛREKÊ BIKAR ANÎN’ 
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Amedê ku şaxek KESK’ê ye Suphî Îzol daxuyanî da û diyar kir ku bi hewla darbeya 2016’an li ser muxalîfan zext zêde bûn û KHK’iyan li dijî kedkaran wek amûrekê bikar anîn. Îzol got KHK tenê li ser muxalîfan hat sepandin û sê sal berê rojek wek îro ji KHK’iyan KHK’iya bi hejmara 675’an bi hezaran kedkarên cemaweriyê ji karê xwe bûn. Îzol bal kişand ser Komîsyona OHAL’ê jî û got komîsyonek êglekirinê ye û îktîdarê ji bo rejîma xwe demê qezenc bike bikar tîne. Îzol da zanîn ku heta hemû endamên wan vegerin ser karê xwe û dê li dijî van bêhiqûqiyan bi biryardarî têkoşîna xwe dewam bikin. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.