'Mirov nikare bi vî pereyî wekî mirovan bijî'

img

STENBOL - Kesên teqawît bûne, bertek nîşanî meaşên ku distînin dan û diyar kirin ku bi vî meaşî nikarin wekî mirovan bijîn û wiha gotin: "Em naxwazin zarokên me jî wekî me bijîn. Dema em dijîn em naxwazin mohtacê tu kesî bin." 

Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR), ji sedî 77.5'ê mirovan ji jiyana aboriyê ne kêfxweş in. Ji sedî 89.9 ji xizmeta tenduristiyê bêzar in. Jiu sedî 90.2’ jî nikarin bi meaşên xwe debara xwe bikin. Li Tirkiyeyê 13 milyon kesên teqawît hene. 4 milyon kesên teqawît bûne dîsa kar dikin. Li lîsteya Endeksa Teqawîtbûna Kurevî ya Melbourne Mercer a Avustralyayê, îsal Tirkiye jî zêde bû. Di dawiya listeyê de bi 39,4 puanan Tayland cihê xwe digire. Ji dawiya rêzê de di rêza duyemîn a lîsteyê de bi 39,5 puanan Arjantin û Tirkiye jî; bi 42,2 puanan di rêza herî dawî de cihê xwe girt. 
 
Endamên Sendîkaya Teqawîtan a DÎSK'ê bal kişandin ser kêmbûna meaşê teqawîtan û debarê. Endamên sendîkayê bang li hemû kesên teqawît kirin û xwestin di bin baneyê Sendîkaya Teqawîtan de li hev kom bibin. 
 
'BI SALAN E BAC DA' 
 
Nunerê Herêma Marmarayê yê Emeklî-Senê Mehmet Guneş, diyar kir ku bi salan e ji bo mafê xwe yê sendîkayî û teqawîtbûnê bistînin têdikoşin û wiha got: "Ji ber ku mafê sendîkayî nadin kesên teqawît em nikarin peymana tomarî (TÎS) îmze bikin. Bi salan e me prim û bac da dewletê. Lê pereyê em distînin daket asta ji sedî 30'ê hatina Neteweyî. Berê mafê kesên teqawît ji sedî sed bû. Niha ji sedî 30 e. Hezar TL an jî 800 TL meaş didin. Ji ber em kêm distînin em nikarin debara xwe bikin. Bandora zemê li ser me pir zêde ye." Guneş, anî ziman ku dixwazin meaşê wan zêde bikin. 
 
'13 MîLYON KESÊN TEQAWÎT HENE' 
 
Sekreterê Şaxa Emeklî Sen'ê yê Gazîosmanpaşa ya Stenbolê Sabrî Turk jî bertekên xwe anîn ziman û got: "Li Tirkiyeyê 13 milyon kesên teqawît hene. Em dixwazin mafê me yê rêxistina sendîkayî bê parastin. Em dixwazin mafê TÎS'ê bidin me. Kesên teqawît nikarin ji tu mafê xwe yê civakî sûdê bigirin. Em mafê xwe yê rêxistinî dixwazin û dixwazin bi vî mafê xwe yê rêxistinî kesên teqawît dengê xwe bilind bikin." 
 
EM BIBIN YEK EM DÊ MAFÊ XWE BISTÎNIN' 
 
Serokê Şaxa Emeklî-Senê ya Gaziosmanpaşa Ali Bektaş jî anî ziman ku ji bo pirsgirêka kesên teqawît bê çareserkirin xwest hemû kesên teqawît kom bibin û xwe bi rêxistin bikin û got: "Ger ku em bibin yek û xwe bi rêxistin bikin em ê karibin mafê xwe bistînin." 
 
'DEBAR PIR ZOR E'
 
Serokê Şaxa Emeklî-Senê ya Maltepeyê  Fevzi Kirlibal jî anî ziman ku wekî kesên teqawît tune be dewlet nêzî wan dibe û wiha axivîe: "Hevalên me yên di bin heqê teqawîtê re meaşên xwe distînni hene. Ji ber vê yekê debar pir zor e. Kesên ku êdî nikarin kar bikin her ku diçe zêde dibin. Her ku diçe hêza me ya em tiştan bikirin kêm dibe." 
 
'FERASETA DEWLETA CIVAKÎ TUNE YE'
 
Kirlibal, anî ziman ku dixwazin ji mafê xwe yê civakî sûdê bigirin û wiha bi dawî kir: "Ger ku dewlet, dewleta civakî be, divê mafê me yê civakî biparêze. Divê li gorî rêgezên dewleta civakî tev bigere." 
 
'EM NAXWAZIN ZAROKÊN ME WEKÎ ME BIJÎN' 
 
Sekretera Şaxa Emeklî-Senê ya Maltepeyê Aysel Lule jî diyar kir ku ew heqê ku karibin wekî mirovan bijîn dixwazin û wiha got: "Em dixwazin mexdûriyeta kesên teqawît bê çareserkirin.  Em naxwazin zarokên me wekî me bijîn. Em naxwazin mohtacê xelkê bijîn. Em dixwazin bê deyn û bê krêdê bijîn. Barê me yê bacê pir giran e. Em nikarin kîraya xaniyê xwe bidin. Têkoşina me ya sendikayî didome. Em dixwazin meaşê her kesî wek hev be.."