'Heta lêçûnên ji bo eskeriyê neyên kêmkirin wê tu wateyeke budçeyê tunebe'

img

ENQERE – Aborîzan Mûstafa Dûrmûş ji bo budçeya 2020'an got: "Heta ji lêçûnên cemaweriyê, lêçûnên eskerî, ji îsrafê neyê kêmkirin, tu çi qasî bacê zêde dikî bike jî wê bêwate be." 

 
Budçeya 2020'an berpêşî meclîsê hat kirin. Budçe bi giştî trilyon û 96 milyra TL hat hesabkirin û texmîna ji bo bacê jî 785 milyar TL ye. Ev hejmar li gor baca budçeya sala 2019'an 28 milyar TL zêdetir e. Aborîzan Mûstafa Dûrmûş, budçeya berpêşî meclîsê hat kirin nirxand û got: "Heta lêçûnên ji bo eskeriyê neyên kêmkirin wê tu wateyeke budçeyê tunebe."
 
Dûrmûş, destnîşan kir ku di budçeyê de ne tenê hêla bacê, di heman demê de kêmkirina ji lêçûnên cemaweriyê jî pir girîng e. Dûrmûş, got: "Heta ji lêçûnên cemaweriyê, lêçûnên eskerî, ji îsrafê neyê kêmkirin, tu çi qasî bacê zêde dikî bike û çi qasî ji bo baceke biedalet tev digerî biger dîsa jî wê bêwate be. Çimkî vê carê jî wê mirov bibêjin 'Ez bacê didim, lê tu ji bo çi xerc dikî? Tu ji bo min xerc nakî.' Loma divê mirov bacê û lêçûnên ji bo cemaweriyê bi hev re binirxîne. Lê belê di her duyan de jî pirsgirêkên pir mezin hene."