Di budçeyê de dîsa para herî pir ji xerckirinên parastin û ewlehiyê re hat veqetandin

img

ENQERE - Di pêşniyaza budçeya sala 2020'an ku peşkêşî Meclisê de hat kirin de, ji bo xerckirinên parastin û ewlehiyê 100 milyar TL hatiye veqetandin. Miqabilê vê yekê para ku ji polîtîkayên perwerde, tenduristî û civakî re hatiye veqetandin ji salên borî kêmtir e.  

Pêşniyaza Qanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2020'an ku ji aliyê hikûmetê ve hat amadekirin, pêşkêşî Meclisê hat kirin. Yekûna budçeyê ji 1 trilyon 95,5 milyar TL'an pêk tê. Hevdîtinên li ser pêşniyazê yên Komîsyona Budçe û Planê di 6'ê Mijdarê de dest pê dikin. 
 
Para budçeyê ku ji xerckirinên parastin û ewlehiyê re hatiye veqetandin, balê dikişîne ser xwe. Sala borî ji xerckirinên parastin û ewlehiyê re 102,8 milyar TL hatibû veqetandin, ji bo sala 2020'an jî diravdaniya ku tê pêşbînîkirin derxistine 114,1 milyar TL'yî. Ev hejmar jî tê beranberî ji sedî 12,8'ê budçeyê. 
 
Para ku ji xerckirinên parastin û ewlehiyê re tê veqetandin, di 17 salên ku dawîn de ku AKP li deshilatê ye, her tim hatiye zêdekirin. 
 
DIRAVDANIYA HERÎ ZÊDE JI WEZARETA PARASTINÊ RE YE
 
Wezareta ku di sala 2020'an de di çarçoveya xerkirinên parastin û ewlehiyê de herî zêde diravdanî jê re tê pêşniyazkirin, Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) ye. Hatiye pêşniyazkirin ku bi zêdebûna 7,9 milyar TL'yî budçeya MSB'ê derkeve 53,9 milyar TL'yî. Hatiye plankirin ku ji bo sala 2021'an 57,8 TL û ji bo sala 2022'an jî 62,2 milyar TL bûdçe ji MSB'ê re bê veqetandin. 
 
LÊÇÛNÊN PERSONALAN ZÊDE BÛ
 
Beşên MSB'ê ku budçeya wan hatiye zêdekirin jî lêçûnên personelan û raguheziya carî ye. "Lêçûnên personelan" ku sala borî 23 milyar 395 milyon TL diravdanî jê re hatibû veqetandin, ji bo îsal 29,4 milyar TL û ji bo sala bê jî 31,6 milyar TL hatiye veqetandin. 
 
"Raguheziya carî" ku sala borî 596 milyon 496 hezar TL diravdanî jê re hatibû veqetandin, ji bo îsal jî 670 milyon 813 hezar TL hatiye veqetandin. 
 
JI BO PÎŞESAZIYA PARASTINA NETEWEYÎ 100 MİLYON 839 HEZAR TL 
 
Ji Pîşesaziya Parastina Neteweyî re jî ji bo sala 2020'an hatiye armanckirin ku bi zêdebûna 13 milyon TL'yî 100 milyon 839 hezar TL diravdanî bê veqetandin. 
 
NÎVÊ PARA KU JI MÎT'Ê RE HATIYE VEQETANDIN JI PERSONELÊN ÎSTIXBARATÊ RE YE
 
Serokatiya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) ku di sala 2019'an de 1,1 milyar TL budçe jê re hatibû veqetandin, ji bo sala 2020'an jî jê re 2 milyar 182 milyon 381 hezar TL hatiye veqetandin. Ji vê hejmarê 1,2 milyar TL ji bo "personalên îstixbaratê" hatiye veqetandin. Hatiye pêşbînîkirin ku ji bo sala 2021'an 2,3 milyar TL û ji bo sala 2022'an jî 2,4 milyar TL budçe ji MÎT'ê re bê veqetandin. 
 
Ji bo Miduriyeta Giştî ya Ewleyiyê (EGM) jî bi zêdebûna 5,8 milyar TL'yî 38,9 milyar TL diravdanî hatiye veqetandin. 
 
Ji budçeya 2020'an dîsa ji bo Lîjneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) bi zêdebûna 1,4 milyon TL'yî 34,7 milyon TL, ji bo Miduriyeta Giştî ya Cendirmeyan bi zêdebûna 3,9 miyar TL'yî 22,9 milyar TL, ji bo Fermadariya Ewlehiya Peravê jî 1,1 milyar TL diravdanî hatiye pêşniyazkirin. 
 
JI BUDÇEYA MEB'Ê LI GORÎ RÊJEYA ZÊDEBÛNÊ KETIN
 
Li gel ku di budçeya parastin û ewlehiyê de ewqas zêdebûn çêbûye jî para ku ji polîtîkayên perwerde, tenduristî û civakî re hatiye veqetandin ji salên borî kêmtir bûye. Yek ji vana jî budçeya Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ye.   
 
Di budçeya MEB'ê de ku sala 2019'an 21,2 milyar TL hatibû zêdekirin, ji bo sala 2020'an zêdebûn di 11, 5 milyar TL'yî de ma. 
 
DI BUDÇEYA AÇSHB'Ê DE 54 MILYAR KETIN
 
Ketina di budçeya Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî (AÇSHB) de balkêş e. Di sala 2019'an de di budçeya AÇSHB'ê de 76 milyar TL zêdebûna diravdaniyê pek hatibû. Lê di budçeya 2020'an de tenê 22 milyarlık TL zêdebûn çêbûye. 
 
ZÊDEBÛNA DI WEZARETA TENDURISTIYÊ DE WESTAR E
 
Di zêdebûna diravdaniya budçeya Wezareta Tenduristiyê de tu guhertin pêk nehat. Budçeya wezaretê sala 2019'an bi zêdebûna 10 milyar TL'yî derketibû 48,4 milyar TL'yî. Budçeya wezaretê ji bo sala 2020'an jî 10 milyar TL hat zêdekirin û derket 58,8 milyar TL'yî.