Karkerên Somaye: Em ê bi berxwedanê tazmînatê bistînin

img
MANÎSA – Sendikaya Karkerên Madenê ya Serbixwe, têkildarî 27’emîn roja çalakiya karkerên Soma daxuyanî dan û diyar kirin ku dê bi berxwedanê tazmînatê bistînin. 
 
 
Sendikaya Karkerên Madenê ya Serbixwe, têkildarî 27'emîn Roja çalakiya Karkerên Soma daxuyanî dan çameniyê. Karker û rêveberên sendîkayê li pêş Şaredariya Soma li hev kom bûn û daxuyanî dan. Di civînê de Parlamenterê CHP'ê yê Manîsayê Ozgur Ozel û gelek karker amade bûn. Karkeran di çalakiyê de pankarta "Me ji bo kulmek komir emrek da. Êdî bes e." vekirin. Li ser navê karkeran Endamê sendîkayê Çetin Erkalkan daxuyanî da û wiha got: "Heta ku em tazmînata 3 hezar û 500 karkerên madenê bistînin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dest ji doza xwe bernadin. Wezîrê Enerjiyê her dem li meclîsê daxuyaniyan dide. Lê armanca me tazmînata 3 hezar û 500 karkeran e. Em destûr nadin ku keda me bê xwarin. Em ê bi têkoşînê tazminata xwe bistînin. Ger ku em bibin yek em dê bi ser bikevin."