Aborîzan Muftuoglû: Butçeya şer dê ji bêrîka gel derkeve

img

STENBOL – Aborîzan Ozgur Muftuoglû, ji bo budçeya 2020'an ku berpêşî Meclîsa hat kirin anî ziman ku, budçeya ji bo parastinê hatiye veqetandin wê ji bêrîka gel derkeve û got: "Em ê bi nan û ava ku dikirin, em ê bi gaza xwezayî û ceryana ku xerc dikin bedêla vî şerî bidin." 

Di budçeya 2020'an de ku berpêşî meclîsê hat kirin, para mezin ji bo parastinê hat veqetandin. Yekûna budçeyê trîlyon û 95.5 milyar lîre ye û wê hevdîtinên derbarê wê de di 6'ê Mijdarê de dest pê bikin. Par ji bo parastin û ewlehiyê 102.8 milyar TL hatibû veqetandin û tê gotin wê îsal jî 141.1 milyar bê veqetandin. 
 
‘WÊ BEDÊLA WÊ JI BÊRÎKA GEL DERKEVE' 
 
Aborîzan Ozgur Muftuoglû, bi bîr xist ku wê budçeya ji bo parastinê hatiye veqetandin ji bêrîka gel derkeve û got: "Ji destpêkê ve polîtîkaya sereke ya hikûmeta AKP'ê ew bû ku bi awayekî neyekser bacê zêde bike. Ne baca ji sermayeyê, baca ji gel tê berhevkirin tê zêdekirin. Yanî em ê bi nan û ava ku dikirin, em ê bi gaza xwezayî û ceryana ku xerc dikin bedêla vî şerî bidin." 
 
Muftuoglû, destnîşan kir ku ji ber polîtîkaya çekdarîbûnê ya Tirkiyeyê nêzî trîlyon û nîv deyn çê bûye û got: "Ji ber vê hem qadên nû yên îstihdamê nayên vekirin hem jî dibe sedema betaliyeke pir zêde. Her wiha ji ber vê ji bo meaşên kesên teqawidbûyî, mesrefên ewlehiya civakiyî budçe nayê veqetandin." 
 
‘DIVÊ CIVAK VAN POLÎTÎKAYAN BIDE BER PIRSYARAN' 
 
Muftuoglû, destnîşan kir ku divê civak van xerckirin û mesrefan bide ber pirsyaran û got: "Ma Tirkiye mecbûr e ku polîtîkayên şerî bişopîne? Ma aştî ne mumkun e? Eger aştî çê bibe di warê aborî de wê kî rihet bibe? Divê civak van pirsan bide ber pirsyaran. Hem di warê aborî hem jî di warê insanî de pêdivî bi pêvajoyeke aştiyê heye. An jê wê civak bedêla giran a şer bide." 
 
Prof. Dr. Îzettîn Onder jî diyar kir ku baweriya bi aboriyê kêm dibe û got: "Ji bo Tirkiye ji vê rewşê xelas bibe, divê budçe bê mezinkirin. Ji bo budçe mezin bibe, an divê bacên nû bên wergirtin an jî divê budçeya vekirî pêk bê. A rast budçeya vekirî jî bac e. Di heman demê de tê waateya bilindbûna enflasyonê. Enflasyon jî fiyetan zêde dike. Ji ber derameta gel jî bi heman awayî zêde nabe, welat xizan dibe." Onder, destnîşan kir ku hikûmet jî deynan di biniya budçeyê de nîşan dide û bi vî awayî deynên nû dike. Onder, got: "Ev jî dibe sedema zêdebûna miqdara deyn û kêmbûna baweriya bi aboriyê. Di heman demê de dibe sedema zêdebûna faîzan jî."