Neheqî li karkerên demsalî tê kirin

img

AYDIN – Li Kûşadasiyê ku piraniya karkerên çandiniyê Kurd in, havînan li ber germê û zivistanê jî di bin baranê de dixebitin. Lê berambariya vê ked û tahba wan tenê 70 lîre ye. Karkeran bal kişand ser zor û zehmtiyan û gotin: "Sîgorteya karkerên ji bajarên din tên tê razandin, lê ya me nayê razandin û em bi yewmiyeyê dixebitin."

Karkerên demsalî yên ji Agirî, Wan, Mêrdîn û Amedê berê xwe didin bajarên Herêma Egeyê. Piraniya kesên li gundê Çinarê yê navçeya Kûşadasi ya Aydinê dixebitin kurd in. Karkerên demsalî havînan li ber germê û zivistanê jî di bin baranê de dixebitin, lê berambariya vê ked û tahba wan tenê 70 lîre ye. Tu ewlehiyeke civakiyî ya karkeran jî tuneye. 
 
Hacer Bozma (62) ku tevî xizmên xwe ji Bazîda Agiriyê ji bo kar hatiye, bilêv kir ku 30 sal in karê çandiniyê dike. Bozma, anî ziman ku her çend emrê wê mezin be jî lê belê ji ber krîza aborî mecbûr e bixebite. Bozma, diyar kir ku yewmiyeya wan 70 lîre ye û ji vî pereyî jî 5-10 lîreyan didin çawîşan û got: "Havînan em li ber tavê û zivistanan jî di bin baranêd e dixebitin. Em mecbûr in bixebitin. Sîgorteya me jî tuneye. Heta niha tu carî heqê keda me bi dest me neketiye." 
 
'NAXWAZIM BETAL BIMÎNIM' 
 
Hamdiye Bagan (40) jî bal kişand ser zor û zehmetiyên kar û got: "Berhevkirina tirî karekî zehmet e. Em ji sibehê heta êvarî li ber tavê tirî berhev dikin.yewmiyeya me hindik e. Zarokên min hene, dixwînin. Ez mecbûr im debara wan bikim." Bagan, bal kişand ser krîza aborî jî û got: "Ditirsim ku betal bimînim. Bi vî pereyê bi dest min dikeve heqê kirê jî didim. Heger em nexebitin em ê birçî bimînin." 
 
NEWEKHEVÎ...
 
Cem Atsiz (24) jî bal kişand ser newekehviyê û got: "Meaşê me û karkerên ji Konya û Meletiyê tên ne wek hevin. Ew bi sîgorta dixebitin û meaşê wan zêde ye. Lê em bi yewmiyeyê dixebitin." Her wiha Atsiz, diyar kir ku ji pereyê bi dest wan dikeve qismek jê jî didin çawîşan û got: "Em heqê bazarê, ceryan û avê didin. Bi qasî pereyê ku em pê heqê kirê didin, ew qasî jî didin çawîşan. Ji xwe heger ev krîz wiha dewam bike sala bê em ê nexebitin." 
 
Sakîne Tarhan a 60 salî jî, hem nexweş e hem jî dixebite. Tarhan, got: "Di vî emrî de mandalîna û tirî berhev dikim." 
 
B.A. a ya 15 salî jî ji ber rewşa aborî mecbûr maye dev ji dibistanê berda û 3 sal in li nav erdan dixebite. Yewmiyeya B.A. 10 lîre ji ya kesên din kêmtir e. B.A., diyar kir ku 5 lîreyan jî dide çawîş û got, çewîş keda wan dixwe. 
 
MA / Esra Solin Dal