Cotkarên bi deyn çandiniyê dikin li benda destekê ne

img
MÊRSÎN - Cotkar bi deyn çandiniyê dikin. Serokê Komeleya Yekîtiya Hilberînerên Serarayan a Akdenîzê Tansel Îzgî, bal kişand ser zêdebûna maliyetê û got: "Em li bendê ne ku dewlet alîkariya me bike." 
 
Bi hatina zivistanê re cotkaran dest bi çandiniya li serayan kir. Cotkarên Taxa Kazanli ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê, serayên xwe tamîr kirin û dest bi çandiniyê kirin. Lê belê cotkar ji ber zêdebûna maliyetê nizanin dê çi bikin. Serokê Komeleya Yekîtiya Hilberînerên Serarayan a Akdenîzê Tansel Îzgî, diyar kir ku wekî her salê îsal jî cotkar bi deyn karê xwe dikin. 
 
ALÎKARIYA DEWLETÊ KÊM E 
 
Îzgî ku got, "Berên wan pir pere bikin jî lê belê ne di wê asta ku heqê maliyetê derxînin. Gava serdema çandiniyê xirab be pişta cotkaran jî dişikê", bal kişand ser kêmbûna desteka dewletê ya ji bo cotkaran. Îzgî, got: "Li herêmê piraniya erdan beyar in. Her wiha cotkar êdî berê xwe didin berên ku maliyeta wan kêm e. Şitla firingiya bi 4 lîreyan, şitla îsotan bi 2 lîre û nîvan e. 15 kîlo gubre 400 lîre ye. Îjar wê cotkar çawa qezenc bike? Maliyeta donimê 7 hezar lîre ye. Her wiha dezenfektebûna erd jî heye. Mesrefa 3 donim erd 60 hezar lîre ye. Lê belê dewlet serê donimê 10-15 lîreyan dide. Ma ev destek e?" 
 
‘DEWLET DEYNDAR E' 
 
Îzgî, anî ziman ku cotkar tim dixisirin, erdên xwe difiroşin û pê deynên xwe didin. Îzgî, got: "Em her sal ji bêgavî erdek an jî du erdên xwe difiroşin. Di 15 salan de di dest min de tenê 5 erd man. 60 donim erdê min hebû, niha 5 donim maye." 
 
Îzgî, anî ziman ku divê cotkar hem di warê zanyariyên teknîkî de hem jî di warê malî de bê destekkirin û got: "Cotkar di warê teknîkî de nezan e. Divê berê di qadên navneteweyî de bên danasandin. Pêdivî bi kooperetaîfbûyînê heye. Pêdivî bi xurtbûyîneke di warê îdarî û darayî de heye. Her wiha peywireke mezin jî dikeve ser milê şaredariyan. Divê destek bi vî awayî be; 150 hezar lîreyê cotkaran li dewletê ye. Perên cotkaran ên ji bo destekên navneteweyî li dewletê ye. Eger dewlet van pereyan bide wê barê me sivik bibe. Niha dewlet deyndarê cotkara ye. Ev deyn bi qasî ji sedî 15'yê budçeya Tirkiyeyê ye. Deynê dewletê ê li cotkaran jî ne bi qasî ji sedî 10'ê budçeya Tirkiyeyê ye. Eger ev deyn bê jêbirin dewlet deyndarê cotkara ye."