Destvala vedigerin malê

img
AYDIN – Welatiyên ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin, diyar kirin ku ew destvala ji bazarê vedigerin malê.  
 
Li Tirkiyeyê zem li ser zemê tê kirin. Ji ber van zeman û her ku diçe krîza aborî kûrtir dibe welatî nikarin debara xwe bikin. Li navçeya Ocaeynîr a Aydinê welatiyan destnîşan kir ku ew destvala ji bazarên semtî vedigerin malên xwe. 
Ayşe Handîl (35) ku ji bo alvêrê hatiye bazarê, diyar kir ku ji ber bihabûnê tenê kartol kirîne. Handîl, got: "Li vî welatî an tu dewlemend î an jî feqîr î. Ji bo dewlemendan krîz tuneye, lê ji bo me heye. Hevjînê min li ser înşaatan dixebite û keçeke min î berasteng heye. Hema bêje 5 meh e xwişikî min tiştek ji bazarê nekiriye. Têm lê nikarim alvêrê bikim." 
 
‘BI 200 LÎREYÎ NIKARIM DEBARA XWE BIKIM' 
 
Mûstafa Kartal (65) jî anî ziman ku berê bi 20 lîreyî komek tişt dikirîn, lê belê niha nikare bi 200 lîreyî jî alvêrê bike. Hatîce Turkan jî, got: "Her tişt biha bûye. Berê em bi komek kîsikan ji bazarê diçûn malê. Lê niha bi zorê em dikarin du kîsikan bibin." 
 
Her wiha esnafên bazarê jî ji ber vê rewşê bi gilî û gazinc in. 
 
HEM ESNAF HEM JÎ COTKAR MEXDÛR IN 
 
Esnaf Şengul Ozer (57) ku li bazarê mast, şîr, rûnê nivîşk û cateriyê difiroşe jî destnîşan kir ku ji ber krîza aborî hem cotkar hem jî esnaf mexdûr bûne û got: "Êmên heywanan pir biha bûne. Du sal berê ka bi 50 TL'yî bû, lê niha bûye 100 lîre. Ev tesîreke nebaş li min dike. Em li bazarê rûn û şîr difiroşiin, lê kes nikare bikire." 
 
‘XWEZÎ BI ROJÊN BERÊ' 
 
Canan Safkan (50) ku nêzî 40 sal in li bazarên semtî fêkî û zebze difiroşe got: "Berê 400-500 lîre bi dest me diket. Lê niha 150 lîre bi dest min dikeve. Xwezî bi rojên berê." 
 
Esnaf Huseyîn Sayin (35) jî got: "Ev pergal wiha nameşe. Bi gel re pere nemaye ku alvêrê bike. Kesên tên bazarê ji dêvla 3 kîloyan bikirin kîloyekê dikirin. Bi vî awayî em jî qezenc nakin. Krîz didome." 
 
MA / Esra Solin Dal