Pîroglû: Dixwazin gel şer fînanse bike

img
STENBOL - Parlemneterê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, destnîşan kir ku îktîdar dixwaze kêmasiya di budçeyê de bi zemên fahîş bigire û got: "Ev jî tê wateya ku dê bacê bidin ser milê gelên xizan. Yanî wê gel şer fînanse bike." 
 
Li Meclîsê hevdîtinên ji bo budçeya 2020'an dest pê dikin. Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û Hevserokê Giştî ya Malên Gel Nûrî Gunay, budçeyê nirxandin. 
 
Pîroglû, destnîşan kir ku şer û nexasim jî şerê li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tesîrê li kûra dowîzî dike û got, wê sala 2020'an bibe sala ku bi fatûreya rasteqîn a şer re rû bi rû bimîne. 
 
‘BUDÇEYA ŞER GIRANTIR E' 
 
Pîroglû, gotina Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan bibîr xist ku gotibû "Ma hûn dizanin fîşekek bi çi qasî ye?" û got: "Şer, mirov, makîne û pere nesîhet in. Dewleta Tirkiyeyê ketiye şerekî ku wê di warê aborî de fatûreya wê pir giran be. Balafir radibin, çek diçin û tên, fîşek tên berdan. Ev hemû pere ne. Ya dudoyan jî; tişta jê re dibêjin 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' û komeke ku bi salan e xwedî dikin heye. Ev hemû pere ne. Niha bi modeleke aboriyê ya li ser şer hatiye çêkirin tê birêvebirin. Îjar ew budçeya mezin a ji bo şer veqetandine, bawer bikin ji vê zêdetir e." 
 
‘GEL ŞER FÎNANSE DIKE' 
 
Pîroglû, destnîşan kir ku hikûmet bi reqamên TUÎK'ê dilîze û wis aenflasyonê diyar dike. Pîroglû, got: "Wê fatûreya vê yekê di zema ji bo meaşê kêmtirîn û zema ji bo meaşê karmendan de derkeve holê. Wê hevdîtinên ji bo meaşê kêmtirîn di meha Kanûnê de dest pê bikin. Min di Meclîsê de ji AKP'iyan re tiştek gotibû; min gotibû, baca ji karkerên bi meaşê kêmtirîn tê stendin rakin bes e. Dixwazin kêmasiya di budçeyê de bi zemên fahîş, bi bacên neyekser, bi OTV û KDV'ê bigirin. Ev jî tê wateya ku dê bacê bidin ser milê gelên xizan. Yanî wê gel şer fînanse bike."
 
GUNAY: BUDÇEYA ALÎKARIYA CIVAKÎ HAT KÊMKIRIN 
 
Serokê Giştî yê Malên Gel Nûrî Gunay jî destnîşan kir ku budçeya ji bo alîkariyên civakî kêm e û got: "Gava ewlehiyên civakiyî yên mirovan û bacên bi meaşê digirin tên dayîn berawirdî hevdu tên kirin, ji xwe derdikeve holê ku mesele ne meseleya alîkariya civakiyî ye. Helbet ji bo vê neveqetandina çavkaniyan û kêmkirina wê meseleyeke din e." 
 
Gunay, anî ziman ku budçeya ji bo çandiniyê hatiye veqetandin jî bi polîtîkaya qedandina çandiniyê ve girêdayî ye û got: "Mixabin ji sala 2002'yan ve li welatê me polîtîkayeke ku cotkarên biçûk û qedandina çandiniyê heye. Halbûkî welatê me di warê çandiniyê de welatekî dewlemend e û diviya tiştek jî nehatana îthalkirin. Lê mixabin di budçeyê de jî dixuyê ku ji tu şaşiyan ders negirtine. Nexasim jî ji bo rewşa cotkarên biçûk xirabtir bibe parek hatiye veqtandin. Ev dîmen jî nîşan dide ku ev îktîdar dixwaze li welatê me çandinî nemîne." 
 
Herî dawî Gunay, destnîşan kir ku sermaye dixwaze krîzên aborî têxe stuyê gel û got: "Divê dev ji bacên tên zêdekirin, zemnênt ên kirin berdin." 
 
MA / Tolga Guney