Îsal xêrûbera zeytûnên Dêrikê kêm bû

img

MÊRDÎN – Zeytûnên navçeya Dêrika Mêrdînê bi nav û deng in. Lê îsal xwedî ango cotkarên zeytûnan ji xêrûbera zeytûnan ne memnûn bûn. 

Li navçeya Dêrika Mêrdînê çinîna zeytûnan ber bi dawî ve hat. Zeytûnên Dêrikê yek ji çavkaniyên sereke yên debara xelkê navçeyê ne. Li hezaran darên zeytûnan berhevkirina zeytûnan pêk hat. Kîloya zeytûnan li nav daran îsal bi bihayê di navbera 5 lîre û 20 lîreyan de hat firotin. Cotkar ango xwediyên zeytûnan îsal ji xêrûbera zeytûnan ne kêfxweş bûn. 
 
SEDEMA KÊMBÛNA ÎSAL PERIYODÎSÎTE YE
 
Çinîna zeytûnan di meha cotmehê de dest pê kir û hêj çinîna zeytûnan didome. Zeytûn li ser dezgehên bazarên gelek bajarên herêmê cihê xwe girtin. Azad Denîz ê ji Dêrikê dibêje ku sedemê kêmbûna zeytûnan periyodîsîte (dar salek hilberîn didin û salek nadin) ye. Denîz da zanîn ku darên zeytûnan ên li baxçeyê wan sê nifş berê hatine danîn û temenê wan nêzî 150 salî ne û ji her darek mezin 250 kîlo zeytûn tên berhevkirin. Denîz anî ziman ku hin zeytûn ji bo sofreya xwarinê ne û hin zeytûn jî ji bo rûn tên bikaranîn û tu madeya kîmyasal têde nîne û temamî organîk ango xwezayî ne. 
 
LI SER BAŞ XWEDÎ KIRINÊ YE 
 
Denîz diyar kir ku di hin cûreyên zeytûnan de ji 2 kîlo zeytûn kîloyek rûn tê berhevkirin û kalîteya diyarker a di zeytûnan jî avhewa ye. Denîz got: “Dema çapeya zeytûnan baş tê kirin û baş tên avdan zeytûnên bi qalîte hildiberînin.” 
 
XELAT GIRTINE 
 
Denîz destnîşan kir ku cûreyêk wek Xirxalî, Zoncuk, Gulekî, Kejik, Bellotî, Qursekî, Melkebelî û Kesk tên xwedîkirin û zeytûnên behsa wan hat kirin li paytexta Îngîlîstanê Londonê di pêşbaziya rûnê zeytûnan a navnetewî de xelata yekemîn dane wan.