Çalakiya karkerên Balafirgeha Stenbolê bi ser ket

img
STENBOL – Karkerên ku ji bo hevalê xwe yê karker Mehmet Aydin ê ji valahiya asansorê ya Balafirgeha Stenbolê ket xwar û jiyana xwe ji dest da, dest ji kar berdabûn û daxwazên xwe anîbûn ziman, bi ser ketin û daxwaza wan pêk hat. 
 
Karkerê 18 salî Mehmet Aydin dema li Balafirgeha Stenbolê kar dikir, ji valahiya asansorê ketibû xwar û jiyana xwe ji dest dabû. Karkerên şandiyê ji bo piştgiriyê bidin Mehmet Aydin û ewlehiya kar bê stendin, di 1'ê mijdarê de dest ji kar berdabûn. Karkerên ku dest ji kar berdan, di roja 4’an de bi rayedarên fîrmayê re hevdîtin kirin. Rayedarên fîrmayê di roja 4'an de daxwazên karkeran yên çêkirina pergala ronahiyê ya şantiyeyê, parastina valahiay derdora asansor û valahiya şeridê, hat qebûlkirin.