DÎSK: Ji sedî 75'ê bacê em didin dewletê

img
ENQERE - Nûnerê Herêma Enqereyê yê DÎSK'ê Tayfûn Gungur, bal kişand ser zêdebûna zemê û wiha got: “Baca ku dewlet kom dike ji sedî 75'ê wê em didin dewletê. Ji ber bacê em nikarin debara xwe bikin." 
 
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), li ser zema bacê û buhabûnê li Qada Ulusê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek karker û kedkar tev li daxuyaniyê bûn. Nûnerê Herêma Enqereyê yê DÎSK'ê Tayfûn Gungur, li vir daxuyanî da û bal kişand ser zêdebûna zemê. Gorun, anî ziman ku dewlet bi bacê hebûna xwe berdewam dike û wiha got: “Baca ku dewlet kom dike ji sedî 75'ê wê em didin dewletê. Ji ber bacê em nikarin debara xwe bikin. Dibêjin Krîz tune ye. Dibêjin pirsgirêkên aboriya pêş dikeve derûnî ye. Dibêjin aborî bi firê ketiye. Lê her ku diçe jiyan zor û zahmet dibe. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ê Tirkiyeyê pirsgirêka aborî ye.  Betalî di diroka Komara Tirkiyeyê de dibe dîrok û rekorê derbas dike. Bi sûk û bazarê buha firiya ye. Lê dîsa dibên ‘enflasyon ket'. Zem li ser zemê li fatûraya ceyran, av û xaza xwezayî zêde dibe." 
 
'ÇIMA HEQÊ ME ZÊDE NABE?' 
 
Gorgun, bal kiyand ser zemên ku zêde dibin û wiha axivî: "Fatûrayên ku tên malan ne ji sedî 8 in. Ji sedî 50 zem dibin. Li bazarê fêkî, sebze û zexîre ne ji sedî 8, ji sedî 30 zem dibin. Wê demê çima heqê me buha nabe. Wê demê bila li gorî enflasyonê zêde bibe. Diçin û tên pesnê xwe didin u dibêjin abori pêş dikeve. Karker nihakirn heqê xwe bistînin."
 
Gorgun, daxwazên ji bo karker û kedkaran jî wiha rêz kir: 
 
“* Wekî çîna karkeran û hemû kedkar em vê polîtîkaya sefaletê qebûl nakin. 
 
* Li vî welatî hemû berhem em karker, kedkar, jin û ciwan hilberîna wî dikin. Em dixwazin berhemên ku em hilberîna wî dikin wekî heq bê parvekirin. 
 
* Li vî welatî ji sedî 75'ê bacan em didin dewletê. Lê dewlet û îktîdar vê yekê qebûl nake. Em vê polîtikayê red dikin. 
 
* Em di bacê de edaletê dixwazin."