TGS: Derxistina 45 endamên me ya ji kar, êrîşa mafê sendîkayî ye

img

STENBOL - TGS, têkildarî 45 endamên xwe yên ji Koma Demirorenê hatin derxistin li ofîsa Akademiya TGS'ê ya Şîşliyê civînê li dar xist û diyar kir ku derxistina 45 emdamên wan a ji kar êrîşa li dijî mafê sendikayî û rojnamegeriyê ye. 

Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), têkildarî 45 endamên xwe yên ji Koma Demirorenê hatin derxistin li ofîsa Akademiya TGS'ê ya Şîşliyê civînê li dar xist. Xebatkarên Hurriyetê yên ji kar hatin avêtin û gelek hempîşeyên wan amade bûn. Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Durmuş, diyar kir ku sendîkayî mafekî rewa ye û wiha got: "Rêveberiya Rojnameya Hurriyetê 45 hevalên me yên sendîkayî ji kar derxistin. Dûrxistina 45 hevalên me yên sendîkayî êrîşa mafê wan ê pîşeyî û sendîkayî ye. Hevalên me yên ji kar hatin derxistin teblîgat ji malên wan re şandin û ew agahdar kirin. Ji bo hevalên me yên ji kar hatin avêtin, emê têkoşîna xwe ya sendîkayî berdewam bikin." 
 
Şebnem Turhan, a ji Rojnameya Hurriyetê hat derxistin jî anî ziman ku wê di rojnameya Hurriyetê de nûçegîhanî û edîtoriya aboriyê kiriye. Ji sala 2000’an heta niha bûm şahidê gelek krîzên aborî. Krîza aborî ya 2018'an bandor li ser wan kir. lê di sala 2019'an de Enflasyon bêtir zêde bû, lê dîsa me heviya xwe qut nekir. Lê teblîgat hat mala me û diyar kirin ku ji kar hatine avêtin. Ez heviya xwe winda nakin. Ez bawer dikim ku sendîka dê têkeve Hurriyetê."