Karkerên înşaatê: Heta em heqê xwe nestînin em ê têbikoşin

img
STENBOL – Karkerên ku heqê wan û tazmînata wan nehat dayîn û ji kar hatin derxistin û li ber fabrîkayê çalakî dane destpêkirin, anîn ziman ku heta heqê xwe bi dest nexin wê têbikoşin. 
 
20 karkerên endamê Sendîkaya Înşaat-Îş'ê ku di 30'yê Tîrmehê de bi hinceta şîrket top avêtiye meaş û tazmînata wan nehat dayîn û ji kar hatin derixstin, ji 4'ê Cotmehê ve li ber fîrmaya Platîn Yapiyê têdikoşin. Do na pêr ji karkeran 5 jê xwe bi ofîsa cihê kar zincîr kirin. Karkerên xwe zincîrkirin hatin binçavkirin û paşê hatin berdan. 
 
'EM DOZA HEQÊ XWE DIKIN' 
 
Karker Ekrem Çelîk ku 8 sal û nîvan di fîrmaya Platîn Yapiyê de xebitiye, diyar kir ku rayedarên Yol Plusê ku fîrmaya sereke ye lê geriyane û xwestine li hev bikin. Çelîk, got: "Ez jî çûn cem parêzerê fîrmayê. Min pêşniyara fîrmayê red kir. Çimkî em 20 kes ji kar hatine derxistin. Min nexwest hevalên xw ebi tenê bihêlim. Em doza heqê xwe dikin." 
 
Karker Dervîş Erkan jî 5 sal û nîvan xebitiye û got: "Tek Yol Plûs got, em ê heqê we nedin. Platîn Yapiyê jî di meha Tebaxê de got, top avêtiye. Ji wê çaxê ve em têdikoşin. Heta em heqê xwe nestînin em ê têbikoşin."
 
Karker Celal Dîkmen jî ku 7 sal û nîvan xebitiye, got: "Platîn Yapiyê, di 30'ê Tîrmehê de bêyî ku tazmînata me bide em ji kar derxistin. Ji bo heqê xwe me serî li navbeynkar da. Di vê demê de parêzerê fîrmayê bêyî ku li ser çavê me jî biner ji bo nelihevkirinê girtek amade kir." 
 
Dîkmen, diyar kir ku rayedarên fîrmayê ji wan re gotine biçin dadgehê û got: "Ji xwe 3 meh in em naxebitin. Heger em pereyê ku bistînin jî bidin parêzer wê ji me re çi bimîne."