Banga beşdariya mitînga Egîtîm Senê kirin

img
ÊLIH – Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Welat Kaya li Êlihê banga beşdariya mitînga Egîtîm Senê kir. 
 
Şaxa Egîtîm Sena Êlihê têkildarî mitînga navenda giştî ya Egîtîm Senê ku dê di 23’ê mijdarê de bi dirûşma “Ji bo mafên gelên me, siberoj me û perwerdehiyê” li Enqereyê li dar bixe civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya Egîtîm Sena Êlihê pêk hat û rêveberên sendîkayê beşdar bûn. 
 
'KEDKAR Û KARKERAN MEHKÛMÎ BIRÇÎBÛNÊ DIKIN’ 
 
Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Welat Kaya bal kişand ser tayînkirina qeyûman, şerê didome, zextên li ser hêzên ked û demokrasiyê û girîngiya berxwedana li kolanan û got: “Em ê di 23’ê mijdarê de bibin dengê xwendekarên xwe, weliyên xwe, bi hezaran KHK’yî, mamosteyên nayên tayînkirin û em ê daxwaza wan bînin ziman. Em li dijî şer in. Em aboriyê diparêz in. Em bi awayên hesas nêzî van mijaran dibin. Me pêvajoya Peymana Giştî ya Kar derbas kir. Îktîdar li pey rantê ye û kedkar û karkeran jî mehkûmî belengazî û birçîbûnê kiriye.” 
 
Kaya banga beşdariya mitînga wan navendê li kedkaran kir. 
 
DÊ MAFÊ PERWERDEHIYA ZIMAN DI ROJEVA WAN DE BE 
 
Rêveberê Şaxa Egîtîm Senê Rûşen Guneş jî diyar kir ku ew li Êlihê xebatên mitînga xwe birêve dibin û dê di mitîngê de mafê perwerdehiya zimanê zikmakî di rojeva wan de be. Guneş banga beşdariya mitîngê li hemû aliyên civakê kir.