Karkerê 41 salî Altintaş, bû qurbanê kar

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Karkerê 41 salî Abdullah Altintaş, li Uşakê bû qurbanê kar û jiyana xwe ji dest da. Altintaş, dema di maşineya bênderê de kar dikir, cilê wî ket ber devê maşînê û di qezayê de jiyana xwe ji dest da. 

Li Herêma Sanayîya Organîze ya Uşakê karkerê 41 salî Abdullah Altındaş duh dema li fabrîqeya tekstilê kar dikir, ket devê makîneya bênderê û di qezayê de jiyana xwe ji dest da. Altintaş, zewicî bû û bavê zarokekî bû.