'Ji bo daxwazên kedkaran em ê di 23'yê Mijdarê de li Enqereyê bin'

img

ÊLIH – Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Velat Kaya, anî ziman ku pêdiviya civakê ne bi şer bi aştiyê heye û got, ji bo budçeya ji şer re hatiye veqetandin ji bo kedkaran bê veqetandin wê di 23'yê Mijdarê de li Enqereyê bin. 

 
Wê Navenda Giştî ya Egîtîm Sen'ê, ji bo pirsgirêk di qada perwerdehiyê de û daxwazên kedkarên perwerdehiyê di 23'ê Mijdarê de li Enqereyê mîtîngekê li dar bixe. Wê mîtîng bi dirûşmeya "Ji mo mafê xwe, ji bo pêşeroja xwe û ji bo mafê perwerdehiyê" bê lidarxistin. Sendîka ji bo mîtîngê li 7 bajaran dixebite. Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê velat Kaya ku li Êlihê tev li xebatên ji bo mîtîngê bû, anî ziman ku ew ê di 23'yê Mijdarê de bi dnegekî bilind daxwazin kedkarên perwerdehiyî bînin ziman. 
 
Kaya, bibîr xist ku di meha Tebaxê de ji bo hevdîtinên TÎS'ê li çarhawirdorê Tirkiyeyê daxwazên xwe anîne ziman, lê belê bi êrîşên îktîdarê re rû bi rû mane û got, kedkarên cemaweriyê tim tên astengkirin. Kaya, destnîşan kir ku lê belê tevî hemû astengiyan jî ew ê daxwazên xwe bînin ziman û got, di pêvajoya TÎS'ê de sendîkaya erkdar kedkar di nîvê rê de hiştine. Kaya, diyar kir ku çend roj berê li Meclîsê hevdîtinên ji bo budçeyê dest pê kirine û got, wekî her sal îsal jî daxwazên qada perwerdehiyê hene. 
 
'PÊDIVIYA CVAKÊ NE BI ŞER BI AŞTIYÊ HEYE' 
 
Kaya, destnîşan kir ku piraniya budçeyê ji bo şer hatiye veqetandin û got: "Li Tirkiyeyê krîzeke bênav heye. Civak giş dibêje krîz heye. Di rojeva kuçeyê de krîz heye. Lê belê hejmarên sexte enflasyon tê kêmkirin. Çapemeniya di dest îktîdarê de ser rastiyan digire. Bi hejmarên sexte ser krîzê nayê girtin. Divê civak reflekseke demokratîk nîşan bide. Pêdiviya civakê ne bi şer, bi aştiyê heye. Ne bi mirinê bi jiyanê heye. Civaka ku van tiştan biparêze wê muferih bibe. Daxwaza me jî, budçeya ji bo şer hatiye veqtndin ji bo aştî û kedkaran bê veqetandin. Em ê bi van daxwazan di 23'ê Mijdarê de li Enqereyê bin û dengê xwe bilind bikin."