Li Denîzlî traktora karkerên çandiniyê lê siwar bûn qulipî

img
DENÎZLÎ - Li Saraykoyê, traktora karkerên çandiniyê lê siwar bûn qulipî û 9 karker birîndar bûn. 
 
Li nêzî Robarê Acili yê Taxa Sazak a navçeya Sarakoy a Denîzlî, traktora karkerên çandiniyê lê siwar bûn qulipî û 9 karker birîndar bûn. Di encama qezayê de ajokarê traktorê Hasan Çelebî, karkerên çandiniyê Cahîde Aslan, Huriye Olgun, Gulay Koyûn, Gulsum Baş, Gulay Dalak, Neslîhan Çetîn, Nûrtan Çelebî û Ayşe Çelebî birîndar bûn û ambûlansên hatin cihê bûyerê ew rakirin Nexweşxaneyta Dewletê ya Denîzliyê. 
 
Hat diyar kirin ku jiyana ajokar Çelebî di xeteriyê de ye.