‘Ez dîsa jî werim girtin, lê ez ê bêjim rewşa aborî kambax e’

img

SÊRT – Endamê Meclîsa Giştî yê Sêrtê yê berê Îdrîs Îlhan bi boneya gotibû rewşa aboriyê nebaş e 20 roj girtî mabû got: “Belkî ez werim girtin lê ez ê dîsa bêjim. Ekonomî di rewşek kambax de ye.” 

Endamê Meclîsa Giştî yê Sêrtê yê berê Îdrîs Îlhan sala par di hesabê medya xwe yê civakî de têkildarî rewşa aboriyê rexne kiribû û gotibû “Ne ji bo dolar bilind dibe em têk diçin. Ji ber ku em têk diçin dolar radibin. Dolar 7.15” hat girtin û demek di hefsê de ma. Îlhan ê ji hefsê hat berdan têkildarî rewşa aboriyê axivî. Doza Îlhan bi beratê encam bû. 
 
'DIXWAZIN ÎNSANAN BITIRSÎNIN’ 
 
Îlhan anî ziman ku bi rêbaza dûrî aqil hatiye girtin û bi vê girtina wî pêşî li azadiya gotinê hatiye girtin. Îlhan da zanîn ku ew ê şaşîtiyan her rexne bike û got: “Çapemeniya hawiz ser rastiyê digire û rewşa aboriyê baş dide nîşandan. Bi armanca bêdengkirina însanan nûçeyan çê dikin. Dixwazin me bitirsînin. Her çiqas bêjin rewşa aboriya welat başe jî lê rastî li holê ye.”
 
‘REWŞ XERAB E’ 
 
Îlhan diyar kir ku ew welatiyek xwedî wî mafî ye ku dikare aboriya welat binirxîne û dixwazin rewşa kambax ji welat vedêşirin. Îlhan daxwaz kir ku di şûna sepanên li dijî demokrasiyê de sepanên baş werin. Îlhan got: “Belkî ez werim girtin lê ez ê dîsa bêjim. Ekonomî di rewşek kambax de ye. Rewşa me jî qet ne baş e.” 
 
MA / Metîn Yoksu