30 karkerên nikarin heqê xwe bistînin dest bi çalakiyê kirin

img
ENQERE - Li Enqereyê 30 karkerên înşatê yên nikarin heqê xwe bistînin li pêş fîrmaya ku lê kar dikin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
Li navçeya Etimesgutêya Enqereyê 30 karkerên Şîrketa Înşaeta Yilmazlarê ku li Şandiyeya Elya Centerê kar dikin, duh daxuyanî dan û diyar kirin ku  bi mehan e nikaren heqê xwe bistînin û daxuyanî dabûn. Polîsan mudaxaleyî karkeran kiribûn û karker binçav kiribûn. Karkerên ku li qereqolê îfade da û serbest hatin berdan, serê sibê li pêş şantiyeya lê kar dikin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Karkeran diyar kirin ku petronê şîrketa fîrmaya taşeron, bêyî pereyê karkeran bidin reviyane û wihda bûne.
 
Karker Mustafa Avci, diyar kir ku 9 meh in di şîrketa înşaetê de kar dike û 3 meh in nikre meaşê xwe bistîne. Avci, anî ziman ku patronê şîrketa taşaron bêyî pereyê wan bide wan reviya û çû û wiha got: "Zarokên me hene. Deynê me heye. Em nikarin xwarin bibin malê. Firmaya taşeron bêyî pereyê me bidin me reviyan û çûn. Quriyek pere di bêrika me de tune ye." 
 
Karker Muammer Adiguzel  ê ku dest bi çalakiyê kiriye jî, anî ziman ku 4 meh in meaşê xwe negirtiye û wiha got: "Ji bo em heqê xwe bistînin em çûn firmaya sereke. Lê em arasteyî firmaya taşaron kirin. Me xwe negîhand fîrmaya taşaron. Em bê pere mane. Em avêtin pişt derî. Em nikarin xwarin bibin malê. Em nikarin debara xwe bikin. Divê dewlet ji bo mafê me zagonan amade bike. Polîsan em bi maşîna patron a taybet birin qereqolê. Mazota dewletê tune ye? 
 
Karker Îbrahim Ataş  jî anî ziman ku ew heqê xwe û pereyên xwe dixwazin û wiha got: "Pereyê ku em pê biçin malê tune ye. Em hemû mexdûr in. Patron reviya ye. şîrket pere nade me. Ji roja ez ketime kar heta niha fîrmayê 300 hezar tl pere daye min. Hêj 250 hezar TL pereyên ku karker bistîne heye. Bila pereyê me bidin me." 
 
Nûnerê ÎYÎ-SEN'ê yê Enqereyê Ugur Yildirim jî anî ziman ku endamên sendîkayê mafê wan tê binpêkirin diyar kir ku ew dê bi karkeran de di nava piştevaniyê de bin.