Ji ber krîza aborî tenê li ser daxwazê tembûran çê dike

img
ENQERE – Osteyê tembûran Engîn Karahan ê 25 salin li Semta Tuzluçayir a Mamak a Enqereyê tembûran çê dike, diyar kir ku ji ber krîza aborî êdî tenê li ser daxwaz û sparîşan tembûran çê dike. 
 
Osteyê tembûran Engîn Karahan ê 44 salî ku 25 sal in li Semta Tuzluçayir a Navçeya Mamak a Enqereyê tembûran çê dike, bal kişand ser krîza aborî û bandora krîzê ya li ser kar. Karahan, anî ziman ku mehê nêzî 10 tembûran çê dike û wiha got: "Ez ji karê çêkirina tembûran kêfxweş im. Karekî zor û zahmet e. Kedek zêde dixwaze. Yek ji enstrumanê herî girîng ê muzîka gel e. Ji ber teknolojî pêş ket û êdî çirak zêde eleqe nişan nadin, bandorê li ser kar dike. Lê li aliyê din Krîza aborî jî zêdetir bandore li ser dike. Ez vî karî ji Mehmet Ali Alpay fêr bûm."
 
Karahna, da zanîn ku tembûrên ku ew bi destan çê dikin buhayê wan, nêzî Hezar û 500 tl ye û wiha bi dawî kir: "Li gorî kalîte û malzemeyan buhayê wê tê guhertin. Ji ber krîza aborî êdî em li ser sparîş û daxwazan kar dikin. Berê daxwaz zêde bû. Niha êdî wekî berê daxwaz nemaye. "