Karkerên Elya Centerê: Karkerên înşaetê ne kole ne

img

ENQERE-  Karkerên Elya Centerê yên 3 mehin nikarin heqê keda xwe bistînin, li pêş şirketê daxuyanî dan. Polîsan mudaxaleyî çalakiya karkeran kir. Nûnerê ÎYÎ-SEN'ê Ugur Yildirim, diyar kirin ku daxwaza heqê kedê li gorî kijan zagonê sûc e. Karkeran di çalakiyê de dirûşmeya "Karkerên Înşaetê ne kole ne" berz kirin. 

Li Navçeya Etimesgut  a Enqereyê 30 karkerên şantiyeya Elya Centerê ku 3 mehin nikarin heqê keda xwe bistînin, xwestin li pêş ofîsa Eyla Group a Çankayayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Ji ber ku walîtiyê çalakî li karkeran qedexe kir, polîsan mudaxaleyî çalakiyê kir. Polîsan ewil ketin û derketina ofîsa Elya Groupê li karkeran girt û destûr nedan ku karker daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Karkerên înşaetê yên rastî astengiya polîsan hatin dirûşmeyên “karkerên înşaetê ne kole ne" û “Em dê dawî li mêtîngerî û betaliyê bînin" berz kirin. Karkeran li nêzî Elya Groupê daxuyanî dan. Nûnerê Sendikaya ÎYÎ-SEN'ê yê Enqereyê Ugur Yildirim li vir daxuyanî da û got: "Binçavkirina karkeran li vir ne tenê binçavkirina karkerên înşatê ye. Dixwaze hemû karkeran çavtirsandî bikin. Ger ku karker mafê xwe yê kedê û heqê xwe yê nehatiye dayîn bixwazin li gorî kijan zagonê sûc e? Yên esil sûc dikin patron û xwediyê kargeriyan in ku maf û keda karkeran dixwin. Heqê karkeran nadin  wan, prîta sigorta kêm didin. Dîsa mafê AGÎ yên karkeran nadin. Ev nedayîna van mafan sûc e. Li gel ku patron vî sûcî dikin patron nayên darizandin û der barê wan de tiştek nayê kirin. Patron bi vê baweriyê li hemberî karkeran tev digere. Wekî koleyan li karkeran dinerin. 3 mehin hekê karkeran nayê dayîn. Dema karker bi Elya Grupê re hevdîtin kirin diyar kirin ku dê pereyên wan bidin. lê 3 meh in hêj pereyê karkeran nedane. 
 
Karkerên ku duh hatin binçavkirin û serbest hatin berdan li pêş şantiyeya Elya Centerê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.