Ji bo mitînga Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê, banga tevlîbûnê kirin

img
STENBOL - Serokê Lîmter-Îş'ê Kanber Saygili, ji bo mitînga Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê, banga tevlîbûnê kir û ev tişt got: "Em bi milyonan kedkar, xîzanî, tunebûn û hejariyê qebûl nakin."
 
 
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê, bi şîara "Em dixwazin weke mirovan bijîn" di 8'ê Kanûnê de dê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê mitîngek li dar bixin. Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê, ji bo mitîngê li Lengerha Keştiyê ya Emînonu ya Kadikoyê daxuyaniyek da çapameniyê û banga tevlîbûna mitîngê kir.  Di daxuyaniyê de pankarta "Em nikarin debara xwe bikin, dixwazin weke mirovan bijîn. Em di 8'ê Kanûnê de li Bakirkoyê ne" hat vekirin. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Bajar ê Stenbolê Erdal Avci û gelek kedkarên cemaweriyê tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Antrepo, Depo, Ardiye, Barkişandina Behrê û Çêkirina Keştiyan (Limter-İş) Kanber Saygili, di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser krîza aborî. Saygili, diyar kir ku ew êdî dibêjin bes e û wiha got: "Em bi milyonan kedkar, xîzanî, tunebûn û hejariyê qebûl nakin. Tenê em qebûl nakin ne bes e. Heta ku em hêza xwe nekin yek û li dijî vê yekê nesekinin dê em mehkûmê vê rewşê bibin." Saygili di dawiya axaftina xwe de banga tevlîbûna mitînga ku dê di 8'ê Kanûnê de li Bakirkoyê pêk bînin kir. 
 
Dawiya daxuyaniyê de kedkarên ku tevlî daxuyaniyê bûbûn têkildarî mitîngê belavokan belav kirin. Di dema belavkirina belavokan de karkeran pêşmalkên li ser wan nivîsa "Em dixwazin weke mirovan bijîn" nivîsandibû li xwe kirin. polisan, biryara Walîtiya Stenbolê hinceta nîşandan û xwestin ku karker pêşmalkên li ser xwe deynin lê karkeran pêşmalkên xwe danînin û belavkirina belavokan bi vî rengî berdewam kirin.